Ahmet Kaya li Parîsê hate bibîranîn

Hunermendê Kurd Ahmet Kaya li Parîsê li ser gora xwe hate bibîranîn.

Hunermend Ahmet Kaya di salvegera 19’an a li sirgûnê wefat kir de, li Parîsê li ser gora xwe hate bibîraîn.

Li gel malbata Kaya, hevjînê Tahîr Elçî ê 28’ê Mijdara 2015’an ji aliye polîsan ve li Amedê hate qetilkirin Turkan Elçî, nûnerên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), Navenda Çanda Kurd a Ahmed Kaya, Enstîtûya Kurdan a Parîsê û heskiriyên wî di bîranînê de ku li Goristana Pere Lachaîse ya Parîsê hate kirin amade bûn.

Di bîranînê de Gulten Kaya, Turkan Elçî, hevserokê NCKD a Parîs Necmettîn Demîrkapi, li ser navê Enstîtûya Kurdan a Parîsê Kendal Nezan axivîn.

Di axaftinan de peyama ‘Em ê bi hesret û xeyalên hunermend û şehîdên xwe têkoşîna xwe bidomînin.’ hate dayîn.

Bîranîn bi serdana ser gora Hunermend û Derhênerê Sînemaya Kurdî Yilmaz Guney ve bi dawî bû.