Ahmet Şoreş, Firat Newal û Şehîdên Parîsê li Lyonê hatin bîranîn

Li bajarê Lyon ê Fransayê li ser banga HBDH û KBDH’ê şoreşger, welatparêz û komunîst li Place Bellecoûrê hatin ba hev û fermandarên MLKP’ê Ahmet Şoreş û Firat Newal û Şehîdên Parîsê bi bîr anîn.

Ji bo bîranîna Endamê KN’ê ya MLKP’ê Ahmet Şoreş (Zekî Gurbuz), fermandarê ciwan Firat Newal (Ozgur Namoglû) û Şehîdên Parîsê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer li qada Bellecoûr a bajarê Lyon ê Fransayê çalakiyek hat lidarxistin.

Nûnerê MLKP’ê di çalakiyê de axivî û wiha got: “Partiya me du hevrêyên xwe yên bi nirx winda kir. Êşa me mezine, hêrsa me hîn mezintir e. Şoreşa Tirkiye û Kurdistanê, Şoreşa Rojava du şervan û fermandarên xwe yên gelek bi nirx, winda kir. Rejîma faşîst a şef, bala xwe daye tunekirina Tevgera Azadiya Kurd, PKK’ê û MLKP’ê. DYE bi emperyalîzm, emperyalîst û desthilatdariyên herêmê yên paşverû dixwaze pêşengên komunîst û welatparêz tune bike. Ji ber ditirsin.

‘ROJ ROJA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE’

Bi hemû hêza xwe êrîş dikin. Ji ber ku ditirsin. Hevrêyên me, têkoşîna şoreşger berdêlan dixwaze. Me li her qadê bi dayîna berdêlan, têkoşîn meşandiye. Me bersiva êrîşên bi vî awayî her carê bi hêztir da. Em ê li pey şopa şopa wan bimeşin. Hevrê Zekî Gurbuz ku 34 salên xwe bê navber diyarî têkoşînê kir, kadroyê me yê pêşeng. Fermandarê me yê ciwan Ozgur Namoglû yê ku li nîva Ewropayê berê xwe dan qadên azad. Roj roja pêngavekî çûyîna pêş e, roja mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî ye.”

Piştre di şexsê Zekî Gurbuz û Sakîneyan de, ji bo şervanên şoreş, soyalîzm û azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Şehîdên şoreşê nemir in”, meş hat kirin. Di meşê de bê navber û bi awayek coş dirûşmeyên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Zap, Metîna, Avaşîn, bijî berxwedana gerîla”, “Sara Rojbîn Ronahî, jin jiyan azadî”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Bijî PKK, bijî MLKP” hatin berzkirin.

Di meşê de pankarta ku wêneyên şehîdan bi qurnefîlan li ser hatî xemilandin û pankartên li ser hatibûn nivîsîn, “Şehîdên şoreşê nemirin” û “Bila soza me be ku em ê hesabê wê bipirsin” hatin hildan.

Di dema meşê de hat dîtin ku polîsan tedbîrên ewlehiyê girt.

‘EM Ê JI ŞOREŞA ROJAVA RE, BIBIN CAN’

Piştî meşa ku li ber Komeleya Mezopotamyayê bi dawî bû, çalakî bi bernameya bîranînê dewam kir. Nûnerê MLKP/KGO’yê di axaftina kirî de qala jiyana endamê KN’ê ya MLKP’ê Ahmet Şoreş (Zekî Gurbuz) û fermandarê ciwan Firan Newal kir û piştre wiha got: “Dijmin herî bi nirxê me ji me stand, bi namerdî her cûre alavên xwe yên li dijî şoreşê bi kar tîne û êrîş dike. Di vê pêvajoya wiha de, em li pey şopa nemiran û bi hêrz û zanebûna xwe li vir in. Îro em ê mîna hevrêy Ozgur, ji Şoreşa Rojava re bibin can. Ne pêngavekê, em ê sê pêngavan biçin pêş.”

Piştî axaftinê çepik hatin lêxistin û sînevîzyona li ser jiyana şehîd Firat Newal û Ahmet Şoreş hat temaşekirin. Bîranîn bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.