Li Berlînê agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin

Agirê destpêkê yê Newrozê yê li Ewropayê, li paytexta Elmanya Berlînê gur bû.

Agirê destpêkê yê Newrozê yê li Ewropayê, li paytexta Elmanya Berlînê gur bû. Bi hezaran kes tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Dostên Kurd jî cihê xwe di pîrozbahiyê de girtin. Qada Newrozê bi pankartên “Bi agirê ciwantiyê em ê te azad bikin Rêberê me“, “Newroza rengîn pîroz be“, “die Zeit der Freiheit beginnt jin jiyan azad“, Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilat Kurdistan yek welat“, “Bi ruhê berxwedana Garê Newroz pîroz be“, “Ne erdhej, lê dewlet dikuje“ bi rengê kesk, sor û zer hate xemilandin.

Di pîrozbahiyê de agirê Newrozê hat vêxistin û bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla“, “Bijî berxwedana YPG“, “PKK“ û “Şehîd namirin“ hatin berzkirin. Li qadê Heyva Sor a Kurdistanê, Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, Nav-Berlîn, TokoJIN û TCŞ’ê stand vekirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî starda hilbijartinê da.

Di pîrozbahiya Newrozê de ewilî Endamên Komîteya Newrozê Huseyîn Taşan û Seda Tanrikûlû axivîn. Huseyîn Taşan, bal kişand bi ser berpirsyariya dewleta Tirk a di erdhejê de, Hevberdevka Meclîsa Jinê ya Dest-Danê Seda Tanrikûlû jî got: “Îro Berlîn Maraş e, Berlîn îro Semsûr e, Dîlok, Riha, Amed e. Kesên ku piştî erdhejê dipirsin "dewlet li ku ye" bînin bîra xwe: Dewlet dema ku mirov di bin xirbeyan de bûn Rojava bombe dikir. Dema ku KCK'ê ji ber erdhejê agirbest îlan kir, dewletê li dijî gerîla çekên kîmyewî bikar anî. Me careke din dît ku dewlet ji bo civakê kavil e. A ku vî kavilî ji holê rake jî konfederalîzma demokratîk e. Bi vê boneyê silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku 24 sal in di bin tecrîda girankirî de ye û 24 meh in agahî jê nayê girtin.”

‘MIZGÎNIYA SERKEFTINÊ‘

Hevserokê KON-MED’ê Engîn Sever, kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û destnîşan kir ku ew ê li ba gel bin. Sevser diyar kir ku gelê Kurd bi hezaran salan e Newrozê pîroz dikin û got: “Em Newroza 50’emîn pîroz dikin. Newroza 50’emîn wê mizgîniya serkeftinê bide. Wê ev Newroz bibe Newroza azadiya Rêber Apo. Gelê Kurd doza azadiyê dimeşîne û zextên dewleta Elaman jî didomin. Divê dewleta Elman têkoşîna Kurdan nas bike û piştgiriyê bide çareseriyê.“

ÎLHAM EHMED: NEWROZ QADA RAGIHANDINA ÎRADEYA KURDAN E

Piştre Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed mafê axaftinê girt. Îlham Ehmed da zanîn ku qadên Newrozê ragihandina îradeya Kurdan e û got: “Em ji çirûskên agirê Newrozê derketine holê. Agirê Newrozê yê ku Mazlûm Dogan li zîndana Amedê vêxist, îro gihîşte hemû cîhanê. Serdestên ku bi îmzeya Lozanê Kurdan paşguh dikin, bila bizanibin ku ne mimkûn e Kurdan nas nekin, qels bikin, bê statu bihêlin.“

‘FIROTINA ÇEKAN JI DEWLETA TIRK RE RAWESTÎNIN’

Îlham Ehmed bang li welatên ku bi firotina çekan ji dewleta Tirk re piştgirî didin projeyên qirkirinê, kir û wiha got: “Em bang li xwediyên çekên qedexekirî ku li hemberî Kurdan tên bikaranîn dikin; wan çekan ji bo qetilkirina Kurdan bi kar tînin. Firotina çekan ji dewleta Tirk re rawestînin. Kurd îro li Rojhilata Navîn û cîhanê pêşengên jiyana azad in. Divê pêşiya vê yekê bê vekirin.“

TEMELLÎ: WERIN EM VÊ PERGALÊ BI HEV RE TÊK BIBIN

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî got. “Ez her kesî silav dikim. Newroz têkoşîna azadiyê ya gelên berxwedêr e. Newroz serî rakirina jinan a li hemberî pergala desthilatdariyê ye. Newroz cejna gelên Mezopotamyayê ye. Newroza îsal di heman demê de ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ye. Di encama erdhejê de yê ku têk çû desthilatdariya AKP û MHP’ê ye. Desthilatdarî di bin kavilan de ma. Êdî dem hatiye ku gelên li Tirkiyeyê vê kavilê ji holê rakin. Sedema vê erdhejê desthildariye ku 20 sal in polîtîkayên rantê didomîne. Em ê hesabê ji desthilatdariyê bixwazin ku bi bêedaletî û şer re hata roja me ya îro hatiye. Em ê dawî vê desthilatdariyê bînin. Ev pergal, pergala şer e. Wê ev pergal bê guhertin. Yên ku şer li ser Başûr, Bakur û Rojava ferz dikin, ji sifreya me didizin û weke mirin li Kurdan dizivirînin. Silav ji Abdullah Ocalan re ku li hemberî vê pergalê Rêya Sêyemîn ava kir. Çareserkirina vê pirsgirêkê wê di meclîsek demokratîk de bi Rêya Seyemîn re be. HDP hêviya hemû gelan e. Ji kedkar û jinan re bang dike. Werin em vê pergalê bi hev re têk bibin. Dengê me, tola windahiyên me ye. Dengê me encama têkoşîna 40 salan e. Ev agirê Newrozê wê ji Berlînê belavî hemû Tirkiyeyê bibe. Em ê teqez bi ser bikevin.“

Di pîrozbahiyê de Hevberdevka HDP’ê ya Elmanyayê Leyla Îmret, Nûnera Şaredariya Kreûzbergê Elke Dangelheît û Hevseroka Dîe Lînkê Janîne Wîssler jî axaftin kirin.

Hevseroka Dîe Lînkê Janîne Wîssler anî ziman ku ew roja erdhejê li Amedê bûye û bi bîr xist ku dewleta Tirk alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê desteser kir û dema erdhejê jî Kurdan bombebaran kiriye. Wîssler di heman demê de bi bîr xist ku çekên ku li Kurdistanê tên bikaranîn berhemên Elmanyayê ne û xwest dawî li îxracata çekan a ji bo dewleta Tirk bê. Wîssler balkişan bi ser êrîşa nijadperest a li hemberî Amedsporê û got: “Em ji Berlînê dibêjin, her bijî Amedspor. Em li ber nijadperestiyê radibin, em ê li dijî vê têbikoşin.”