ADGB wê ji bo azadiya rêwîtiyê ya Pîroglû çalakî li dar bixe

ADGB'ê ji bo azadiya rêwîtiyê ya Pîroglû wê 19’ê Tîrmehê li pêşiya balyozxane û konsolosxaneyên Sirbîstanê çalakî li dar bixe

ÇALAKIYA JI BO ECEVÎT PÎROGLÛ

Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ji bo azadiya rêwîtiyê ya şoreşgerê enternasyonalîst Ecevît Pîroglû wê li pêşiya balyozxane û konsolosxaneyên Sirbîstanê çalakî li dar bixe. ADGB’ê banga tevlîbûna li çalakiyan kir.  Pîroglû 3 sal bi awayekî bêhiqûq ji aliyê dewleta Sirbîstanê ve hatibû dîlgirtin û zagonên hiqûqa navneteweyî hatibûn binpêkirin.

ADGB’ê di banga xwe de destnîşan kir ku serbestberdana Pîroglû serkeftineke hevgirtina navneteweyî ye, lê ji bo azadiya rast divê Pîroglû ji Sirbîstanê derbikeve. ADGB’ê diyar kir ku dewleta Sirbîstanê fiîlen derketina Pîroglû ya derveyî welat asteng dike û carek din bi gefa girtinê re rû bi rû ye.

ADGB’ê anî ziman ku ew ê 19’ê Tîrmeha 2024’an de ji bo piştgiriya Pîroglû li pêşiya balyozxane û konsolosxaneyên Sirbîstanê li hev bicivin û bang li aliyên şoreşger û pêşverû kir ku tevlî vê têkoşînê bibin û piştevaniyê mezin bikin.