Ûta û Amara li Mulheîm Rûhrê hatin bibîranîn

Ûta Schneîderbanger ve Ekîn Ceren Dogrûak, di 18’emîn salvegra şehadeta xwe de li ser gora Ûta Schneîderbanger a li bajarê Mulheîm Rûhrê hatin bibîranîn.

Ûta Schneîderbanger (Nûdem) û Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) yên ku li Başûrê Kurdistanê di encama qezayê de şehîd bibûn, di 18’emîn salvegera şehadeta xwe de li Mulheîm Rûhr ku gora Ûta Schneîderbanger lê ye, hatin bibîranîn.

Xebatkarên Navenda Hevdîtina Jinan a Ûtamara, Meclîsa Asya Yuksel a Dûîsbûrgê û endamên Meclîsa Bêrîvan Şengal a Essenê, ji Buroya Aştiya Jinan a Kurd a CENÎ Sûsanne Rosslîng û hevalên şehîdan tev li bîranînê bûn.

Beriya destpêkirina çalakiya bîranînê di şexsê Ûta û Amara de ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Ûtamarayê Nûhat Kawa axivî. Nûhat Kawa anî ziman ku Ûta û Amara du enternasayonalîstên ku di Têkoşîa Azadiya Jinên Kurd de kedek mezin dane. Kawa bi bîr xist ku Ûta û Amara di têkoşîna azadiya jinan de ne şehîdên ewil ne jî şehîdên dawî ên enternasyonalîst in. Kawa got ku têkoşîna wan îro li cîhanê bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” wate dibîne û wê têkoşîna wan bidome.