Şîş ê di grevê de ye Newroz pîroz kir

Îmam Şîş ê li dijî tecrîdê di grevê de ye, Newroz pîroz kir. Şîş peyama ‘Em qet teslîm nabin’ da.

Îmam Şîş ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Newport ê Gallerê di roja 95’an a grevê de ye, ji bo Newrozê peyamek şand.

Peyama Îmam Şîş wiha ye:

“Di vê dema nû de ku hevrê Mezlom Dogan ê mîrasê ‘Teslîmbûn îxanet e, berxwedan serketin e’ li gel her demê bûye semboleke ya bilindkirinê jî bûye meşaleyeke ya azadî û gihiştina serketinê ya ji nifş derbasî nifş bibe ye.

Em berxwedêrên grevên birçîbûnê ji bo bi Rêbertiya xwe re azad bijîn em canê xwe dibexşînin, em teslîmî sîsteam netew-dewlet a ji bo Kurdan di tarîtiyê de bifetisînin nabin, bi berxwedanê em ê jiyan hevpar, wekehev, azad û edalet li ser pradîgmaya Rêber Apo ji nû ve ava bikin.”