Şervanê enternasyonalîst Josh Schoolar li Mont-Soleîlê hate bibîranîn

Josh Schoolar (Brusk Kawa) yê ku di salên 2017-2018’an de li Rojava di nav tabûra enternasyonel de cih girtibû û ji ber nexweşiyê di 20’ê Îlonê de li Îngîltereyê rehmet kiribû, li Swîsre û Îngîltereyê hate bibîranîn.

Ji bo Josh Schoolar (Brusk Kawa) li çiyayê Mont-Soleîl ê li bajarê Saînt-Îmîer ê Swîsreyê di meha Îlonê de dar hatibûn danîn.

Kurdistanî û dostên wî tevlî vê çalakiyê bûbûn. Di axaftinan de hatibû gotin ku “Josh îro ne bi me re ye. Ew her dem ji me re bû mînak. Xwedîderketina li bîranîna wî rûmeta me ye.”

Li bajarê Manchester ê Îngîltereyê jî bi tevlêbûna malbat û dostên wî Josh Schoolar hate bibîranîn.