Şervana YJA Starê Ronahî Tamara li Parîsê hate bîranîn

Birayê Ronahî, Sedat Ûlûgana di bîranînê de axivî û got “Gelê Kurd bi hezaran sal in li ber xwe didin û ji bo ku li ser axa xwe bijîn, tu carî stûyê xwe xwar nekirin. Divê em jî xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin.”

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye bi pêşengtiya TJK-F û Komîteya Malbatên Şehîdan ji bo şervana YJA Starê Ronahî Tamara (Aynûr Ûlûgana) çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Bi dehan Kurdîstanî tevlî bîranînê bûn û ji bo şehîd Ronahî Tamara û hevalên wê yên têkoşînê quncika bîranînê hate avakirin.

Di bîranînê de endama KOMAW’ê Dayika Têlî diyar kir ku ew bi saya felsefeya Rêber Apo li ser pêyan in 3u got “Evqasî şehîd tên dayîn û hê jî hevalên wan ên têkoşînê dibêjin em deyndarê welatê xwe ne. Divê em vî tiştî ji xwe bipirsin. Em çi dikin? Em çiqasî ji vê têkoşînê re dibin bersiv.”

 Dîroknas Sedat Ûlûgana yê ku birayê şehîd Ronahî Tamara ye, di bîranînê de axivî û got “Şehîd Ronahî ne şehîda pêşîn û ne jî wê ya dawîn be. Têkoşîn didome. Moxol, Îskenderê Mezin, Selçûklû û Osmanî hatin lê nekarîn Kurdan ji axa wan derxînin. Gelê Kurd bi hezaran salan e, li ber xwe didin. Ji bo ku li ser axa xwe bijîn tu carî stûyê xwe xwar nekirin. Ji wê rojê û heta niha bi milyonan şehîdên me hene. Peywira me ev e ku em xwedî li têkoşîna wan derkevin.Heval Ronahî di jiyanê de her dem di nav lêgerînekê de bû. Baweriyeke wê ya xurt hebû. Çawa ku partî nas kir, tevlê bû. Li ser hevalên xwe bandoreke mezin çêkir. Heta ku em hebin em ê xwedî li vê dozê derkevin û li ser şopa wan bimeşin.”

Di bîranînê de sînevîzyona li ser şehîd Ronahî Tamara hate temaşekirin û bîranîn bi sloganên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.