BI DÎMEN

Şehîdên Tişrînê li Linzê hatin bibîranîn

Li bajarê Linz ê Awusturalyayê di şexsê Bavê Teyar de şehîdên Tişrînê hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate diyarkirin ku têkoşîna ku li Tişrînê tê dayîn, ji bo hemû mirovahiyê bûye sembol.

Li bajarê Linz ê Awusturalyayê di şexsê Bavê Teyar de ji bo şehîdên Tişrînê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Bîranîn ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona li ser girîngiya dîrokî ya berxwedana Tişrînê, têkoşîna gelan û mîrateya şehîdan hate pêşandan.

Piştre li ser navê Civaka Azad Cevdet Halîm axivî û wiha got: “Şehîd kevirên bingehîn ên netewe ne. Şehid hêza herî mezin a hebûna neteweyekî ne. Eger îro hunermend li Şoreşa Rojava şehîd dibin, ev yek nîşan dide ku şoreş çiqasî mezin e. Bavê Teyar hunermendekî  mezin, şoreşger, şervan û welatparêzê ji Kurdistanê bû ku dilê wê ji bo azadiya Kurdistanê lê dida. Wê perdeya te tu car neyê girtin, te cihê xwe di dîka evînê ya Kurdan de cih girt.”

Di dawiya bîrnaînê de beşdaran derbarê wate û girîngiya rojê axivîn. Di axaftinan de hate diyarkirin ku têkoşîna li Tişrînê ne tenê ji bo herêmê, ji bo hemû mirovahiyê bûye sembolek.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.