BI DÎMEN

Şehîdên Tişrînê li Lahrê hatin bibîranîn

Şehîdên Tişrînê li bajarê Lahr ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Siyasetmedar Mûsa Farisogûllari di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê di rastiya gelê Kurd pênaseyeke nû ya welatparêziyê derxistiye holê.

Li bajarê Lahr ê Elmanyayê ji bo şehîdên Tişrînê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Bîranîn li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Lahr, Meclîsa Gel a Freiburg û Meclîsa Jinê ya Nûda hate lidarxistin û bi sedan Kurdistanî beşdar bûn.

Bîranîn piştî deqîqeyek rêzgirtinê bi nîşandana sînevîzyona li ser şehîdên Tişrînê dewam kir.

Siyasetmedar Mûsa Farisogûllari di bîranînê de axivî û anî ziman ku pîvanên welatparêziyê yên bi şerê gel ê şoreşgerî re hatiye afirandin wê di vê pêvajoyê de bi ser bikeve û got ku şehadetên çêdibin wê bibin nûnerê vê xetê. Mûsa Farisogûllari destnîşan kir ku çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê di rastiya gelê Kurd pênaseyeke nû ya welatparêziyê derxistiye holê.

Farisogûllari anî ziman ku divê “Pêngava ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku 2 sal in dewam dikin, bibe xala navendî ya gelê Kurd.

Bîranîn bi banga tevlîbûnê ya ji bo meşa ku wê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bê lidarxistin û “Meşa Dirêj a Ciwanan” ku wê beriya wê bê lidarxistin, bi dawî bû.