Şehîdên Parîsê li Bremenê hatin bibîranîn
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di salên 2013 û 2022’an de li Parîsê şehîd bûn, çalakî hate lidarxistin.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên di sala 2013’an de û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di sala 2022’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Bremen ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Bîranîn ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sevê ve li Komeleya Bratî ya Bremenê hat lidarxistin. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di bîranînê de ji nûnerên PYD’ê ya Bremenê Şerzad Elo axivî û got: “Ew şehîdên me hemûyan e. Şehîdên me ji ber ku li dijî rejîmên diktator têkoşiyan û demokrasiyê xwestin bûn hedef. Îro pir girîng e ku şoreşa Kurdistanê hatiye vê astê û em berdêla wê didin. Çi li Parîsê, çi li Qendîlê yan jî çi li Rojava be gelê me li her derê li ser piyan e û teslîm nabin.”
Piştî axaftinê, sînevîzyona li ser bîranîna şehîdan hate pêşandan û bîranîn dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.