BI DÎMEN

Şehîdên Meha Gulên li Dûîsbûrgê hatin bibîranîn

Şehîden Meha Gulanê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM), Şehîdên Meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Bîranîn di şexsê Hakî Karer, Ferhat Kurtay, Eşref Aynik, Necmî Oner, Mahmut Zengîn, Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmîş û şehîdên têkoşîna azadiyê de deqeyek rêzgirtin hat girtin.

Di bîranînê de li ser navê DKTM’ê Pîro Dersim, li ser navê KOMAW’ê Alî Konkurd û li ser navê Tevgera Jinên Kurd Nûda Ahmed axaftin kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.