Şehîdên Meha Gulanê li Reîmsê hatin bibîranîn
Şehîdên Meha Gulanê bi merasîmekê li bajarê Reîmsê hatin bibîranîn.
Şehîdên Meha Gulanê bi merasîmekê li bajarê Reîmsê hatin bibîranîn.
Li bajarê Reîms ê Fransayê, Şehîdên Meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Di bîranînê de ji bo giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Di bîranînê de ewilî li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.
Nûnerê Komîteya Malbatên Şehîdan bilêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, “Êdî xwîn jî hat rijandin, êdî veger ne mumkûn e” û timî rastiya şehadetê, xeta hebûn û tinebûnê nirandiye.
Piştî axaftinan Komsiyona Çandê ya Reîmsê Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anîn û stran gotin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û Bijî Serok Apo” bi dawî bû.