BI DÎMEN

Şehîdên Meha Gulanê li Dortmûndê hatin bibîranîn

Li bajarê Dortmûndê bi pêşengiya Meclîsa Gel û KOMAW’ê, Şehîdên Meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gel û KOMAW’ê, Şehîdên Meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di bîranînê li ser navê Meclîsa Gel axaftin hat kirin. Pişre li ser navê KON-MED’ê Ayten Sunger axivî û bal kişand bi ser têkoşîna şehîdan û banga rêxistinbûnê kir. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Ahmet Ataş axivî.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Şehîdên Meha Gulanê hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.