Şehîdên Kizildere û Hefteya Lehengiyê li Yewnanistanê hatin bibîranîn

Li paytexta Yewnanistan Atînayê ji bo bîranîna Hefteya Lehengiyê û Kizildereyê çalakî hat lidarxistin.

Di pêşengiya Platforma Yekîtiya Çalakiyan a Yewnanîstanê û TCŞ’ê de şehîdên Kizildere û Hefteya Lehengiyê bi çalakiyekî li Navenda Çanda Demokratîk a Kurd a Atînayê hatin bîranîn.

Li ser navê Navenda Çanda Demokratîk a Kurd a Atînayê Xebat Elîh axaftinek kir. Di çalakiyê de ji xeynî Kurdan Şoreşgerên Tirk, komên anarşîst, çep û sosyalîst ên Yewnan beşdarî çalakiyê bûn. Sînevîzyona li ser girîngî û wateya çalakiyê hate nîşandan.

Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin“ û ”Şehîdên şoreşê nemirin” bi dawî bû.