BI DÎMEN

Şehîdên Berxwedana Xwerêveberiyê li Lozanê hatin bibîranîn

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê Şehîdên Berxwedana Xwerêveberiyê hatin bibîranîn.

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê (21’ê Adar-28’ê Adarê) ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve li Navenda Civaka Kurd  Demokratîk (CDK-Lozan) çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Xizmên şehîdan û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Çalakî ji bo bîranîna kesên ku di salên 2015-2016’an de dema li qadên berxwedanê yên Şirnex, Cizîr, Gever, Sûr û qadên din li dijî faşîzma dewleta Tirk li ber xwe dan û şehîd bûn, bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.

Ewilî li ser navê Meclîsa Jinê ya Lajîn Sûltan Serhat axivî. Serhat di destpêka axaftina xwe de di şexsê şehîdên xwerêveberiya demokratîk de hemû şehîdan bi bîr anî û wiha got: “Em ji bo ku xwedî li nirxên ku Sara û hevrêyên wê ji me re hiştin, derbikevin li vê derê kom bûne. Têkoşîna jiyana azad, civaka azad û ekolojîk bi saya şehîdên me mezin bû û hat vê qonaxê.”

Piştre Hevserokê CDK-Lozanê Mûsa Îtah mafê axaftinê girt. Îtah diyar kir ku Newroza 2025’an li bajarên Kurdistanê ji aliyê milyonan ve hate pêşwazîkirin û wiha got: “Milyonan kes wekî bersiva Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, Newroza 2025’an pîroz kirin. Bi saya şehîdên me wateya Newrozê mezintir bû. Em ê bi dewamî xwedî li şehîdên xwe derbikevin.”

Piştî ku li ser navê tevgerên ciwanan TCŞ û Teko-JIN’ê daxuyanî hatin dayîn, li ser navê KOMAW’ê Mûstafa Karahan axivî û wiha got: “Mazlûm Dogan bedena xwe da ber agir û wateya Newrozê mezin kir. Agirê ku Mazlûm pêxist, bi gotina “Jiyankirin azadî ye” bû dîrok. Femandar Egîd bi guleya ewil ku bi hevrêyên xwe re avêt, hesaba salan ji dijmin pirsî û lîstoka dijmin têk bir. Tişta ku dikeve ser me ew e ku xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin û bi ser bixin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser bîranîna şehîdên Newrozê û Xwerêveberiyê dewam kir. Bîranîn piştî sînevîzyonê bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.