Li Marsilyayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin

Li Marsilyayê di çalakiya bîranînê de ku ji bo cangoriyênher du Komkujiyên Parisê hate lidarxistin, peyama ku komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin, ji aliyê hikûmeta Fransayê ve têne veşartin, hate dayîn.

Li bajarê Marsilya yê Fransayê, ji bo kesên ku di 23’yê Kanûna 2022’yan û 9’ê Çileya 2013’yan de hatine qetikirin, merasîma bîranînê hate lidarxistin.  Çalakiya ku li Navenda Civavaka Demokratîk a Kurd a Marsilyayê bi pêşengiya TEV-ÇAND û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan hate lidarxistin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û stranên hunermend Mîr Perwer ê ku di 2’yemîn Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest da, hatin pêşkêşkirin.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Marsilyayê Erhan Qereyazî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Qereyazî da zanîn ku tevî hemû delîlan jî ji ber berjewendiyên di navbera dewletan de dixwazin komkujiyan veşêrin û got, Fransa nirxên însanî û hiqûqî binpê dike. Erhan Qereyazî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd şerê qirkirinê dide meşandin û diyar kir ku gelê Kurd li dora Tevgera Azadiyê dibe yek û têkoşîna gelê Kurd roj bi roj mezintir dibe.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên; ‘’Şehîd Namirin’’ hatin berzkirin û bîranîn bi nîşandana sînevîzyona jiyana kesên ku di her du Komkujiyên Parîsê de jiyana xwe ji dest dane, bi dawî bû.