Alîkariyên Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Rojava dewam dikin

Heyva Sor a Kurdistanê, ragihand ku beşa duyemîn a alîkariyan gihiştiye koçberên Efrînê û got, "Di serî de Kurdên li dîsaporayê, divê her mirovê xwedî wijdan di vê pêvajoya girîng de bi deh hezaran koçberên Efrînî ji bîr neke."

Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku 300 hezar Euro alîkarî gihiştiye koçberên Efrînê û got, “Li gelek navendên cîhanê, bi pêşengiya Heyva Sor a Kurdistanê xebatên Kampanya Alîkariya ji bo Rojava têne birêvebirin. Piştî aloziya ku 27’ê Mijdarê li Sûriyeyê destpê kir, êrîşên dewleta Tirk hişt ku bi deh hezaran Kurdên Efrînî yên li herêma Şehbayê koçber bibin. Li hemberî vê yekê Heyva Sor a Kurdistanê bi awayekî lezgîn dest bi kampanya alîkariyê kir.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji ber pirsgirêkên rê yên heyî Heyva Sor tenê alîkariyên madî ji bo pêdiviyên jiyanî yên koçberan berhev dike û wiha hat gotin:

Wekî din hem dorpêçkirina Rojava û hem jî rewşa aloz a li herêmê dibe sedem ku alîkariyên madî jî hinekî bi derengî bigihêjin mirovên mexdûr. Lê tevî van hemûyan jî Heyva Sor a Kurdistanê ji bo xwedî li koçberên Efrînî derkeve, hemû derfetên xwe seferber kirine. Li wargehên ku koçber li wir hatine bi cih kirin alîkariyên Heyva Sor a Kurdistanê bi rêya saziya hevkar a li Rojava, Heyva Sor a Kurd li malbatan têne belavkirin. 

Di encama xebatên hatine birêvebirin, weka gava pêşîn beriya demekê 250 hezar Euro hate şandin. Di vê pêvajoyê de Heyva Sor a Kurdistanê lez dan xebatên xwe. Û di encamê de weke beşa duyemîn a xebatên kampanyayê, 300 hezar Euroyên din gihand koçberên Efrînî û wê ev nirx li gorî pêwîstiyan li malbatên koçber werin belavkirin. Bi vî awayî heta îro bi giştî 550 hezar Euro alîkariya madî hate şandin.

Di serî de Kurdên li dîsaporayê, divê her mirovê xwedî wijdan di vê pêvajoya girîng de bi deh hezaran koçberên Efrînî ji bîr neke û li gorî derfetên xwe beşdarî kampanya alîkariyê bibe.

JI BO BEXŞ:
Heyva Sor a Kurdistanê e.V.
BANK: Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
Armanca Alîkariyê: Rojava
PayPal: mailto:[email protected]
https://www.paypal.com/donate/?hosted_button_id=ST5BWWFB7FPGS  (Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike.)"