Şehîd Tekîn Goyî li Zurihê hat bibîranîn
Birayê şehîd fermandar Tekîn Goyî Kemal Unver li Zurihê sersaxî qebûl kir û got: "Em soz didin şehîdên xwe ku heta Kurdistan azad bibe em ê ji têkoşîna xwe paşde gav navêjin."
Birayê şehîd fermandar Tekîn Goyî Kemal Unver li Zurihê sersaxî qebûl kir û got: "Em soz didin şehîdên xwe ku heta Kurdistan azad bibe em ê ji têkoşîna xwe paşde gav navêjin."
Li Kantona Zurih a Swîsreyê ji bo şoreşgerê 32 salan fermandar Tekîn Goyî (Îsmet Unver) ê ku di 19’ê Tebaxê de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Qamişloyê şehîd bû, sersaxî hat danîn û merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Bi sedan Kurdistanî serdana sersaxiyê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kirin. Malbat û hevalên Tekîn Goyî sersaxî qebûl kirin. Piştî qebûlkirina sersaxiyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, birayê şehîd Kemal Unver axivî.
BIRAYÊ ŞEHÎD: EM Ê JI TÊKOŞÎNÊ GAVEKÊ JÎ PAŞDE NAVÊJIN
Kemal Unver piştî silavkirina hemû beşdaran ev tişt anî ziman: “Tekîn Goyî ne şehîdê me yê yekem e û ne jî yê dawî ye. Bêguman em ê di vê têkoşînê de şehîdan bidin. Em ê li ser şopa şehîdên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Tenê bi têkoşînê em dikarin Kurdistana azad ava bikin. Weke malbateke welatparêz em soz didin. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê ji bo PKK û Rêber Apo têkoşînê bidomînin. Em soz didin şehîdên xwe ku heta Kurdistan azad bibe em ji têkoşîna xwe paşde gav navêjin. Ez bawer im wê hevrêyên we tola xwe hilînin."
Li ser navê Saziya Malbata Şehîdan (KOMAW) Nûman Îpek axivî. Îpek diyar kir ku ew di şexsê Şehîd Tekîn Goyî û Orhan Cîhat Bîngol de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî.
Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Cemal Ozdemîr, Tekîn Goyî û Orhan Cîhat Bîngol bi bîr anî û got: “Ev her du fermandar; Şehîd Tekîn Goyî û şehîd Orhan Bîngol 32 salan li çiyayên Kurdistanê ji bo gelê Kurd, ji bo jiyana azad û nasnameya azad têkoşiyan. Em soz didin ku heta xeyalên wan hevalan pêk werin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal ku bi telefonê beşdarî bîranînê bû, sersaxî ji malbatê xwest û wiha axivî: "Em di şexsê heval Tekîn, heval Gulistan, heval Orhan de soz didin hemû şehîdên Kurdistanê. Ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd me dest bi pêngavê kiriye, em ê heta dawiyê bimeşin. Em ê di sala 2025'an de qedera gelê Kurd biguherînin. Rêberê gelê Kurd wê ne di girtîgehê de be, wê bi awayekî azad di nava gel de be. Em ê bi destê xwe vê yekê pêk bînin. Encax em dikarin bi vî awayî layiqî şehîdan bibin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîd Tekîn Goyî hat pêşandan. Di bîranînê de timî dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.