Şehîd Mehmet Aksoy di rojbûna xwe de hate bibîranîn

Rojnameger û derhênerê YPG’yî Mehmet Aksoy ê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê hatibû kuştin, bi wesîleya rojbûna xwe li Goristana Hîghgate ya Londrayê ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hate bibîranîn.

Rojnameger û derhênerê YPG’yî Mehmet Aksoy, bi wesîleya rojbûna xwe li Goristana Hîghgate ya Londrayê ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hate bibîranîn.

Mehmet Aksoy dema di nav çapemeniya YPG’ê de bû di 26’ê Îlona 2017’an de li Reqayê di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûbû.

Aksoy di 24’ê Sibata 1985’an de li Stenbolê ji dayik bûbû û piştî çend salan malbata wî koçî Îngîltereyê kiribû. Ligel ku 4 sal ji ser şehadeta wî derbas bûye, malbat û hevalên wî di her firsendê de wî bi bîr tînin.