Şehîd li Parîsê hatin bibîranîn
Li bonliyoya Vîlleneûve ya Parîsê gerîlayên HPG û YJA Starê yên di şer û êrîşa operasyona ku 5’ê Îlona 2020’ê li devera Şêx Cûma ya Bedlîsê de şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.
Li bonliyoya Vîlleneûve ya Parîsê gerîlayên HPG û YJA Starê yên di şer û êrîşa operasyona ku 5’ê Îlona 2020’ê li devera Şêx Cûma ya Bedlîsê de şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Vîlleneûve ji bo Tekoşer Kurdistan (Muhammed Şerîfî), Ronahî Dersim (Ozlem Atsak), Besê Havîn (Dîlan Arslan), Zerdeş Garzna (Umran Aslan), Mahîr Garzan (Îbrahîm Yilmaz) û Şoreş Nemrût (Dersim Erdemîr) merasîmek ya bîranînê hate kirin.
Bîranîna ku gelek Kurdistanî û xizmên şehîdan amade bû bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Xizmê Şehîd Zerdeşt Garzan Zeydîn Argin di merasîmê de axivî ûgot: “Em fedekariya şehîdan ji bîr nakin. Em ê têkoşîna wan a bi ruhê fedeyî pêk anî mezin bikin.”
Bîranîn bi nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîn û jiyana şehîdan hate nîşandan û şûnde bi dawî bû.