Şehîd Hêro Behadîn li ser gora xwe hat bibîranîn
Şehîda Çapemeniya Azad Hêro Behadîn ji aliyê malbat, hevpîşe û dostên xwe ve li ser gora xwe hate bîranîn.
Şehîda Çapemeniya Azad Hêro Behadîn ji aliyê malbat, hevpîşe û dostên xwe ve li ser gora xwe hate bîranîn.
Şehîda Çapemeniya Azad Hêro Behadîn bi boneya hatina Cejna Remezanê ji aliyê malbat, hevrê û hevalên wê yên rojnamevan ve li ser gora xwe hate bîranîn. Bavê wê di torenê de axivî û wiha got, “Divê rêya heqîqetê ya şehîdan winda nebe û em ê heta azadiyê şopdarê rêya wan bin.”
Piştî ku deste gul li ser gora şehîda Çapemeniya Azad, Hêro Behadîn hate danîn, ji aliyê beşdarên bîranînê ve daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayîn.
Îbrahîm Mihemed li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan axivî, di kesayeta Şehîd Hêro Behadîn hemû şehîdên Çapemeniya Azad û şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd bibîr anî û got; “Cejna Remezanê li hemû malbatên şehîdan, gelê Kurd û misilmanên cîhanê pîroz be. Em hêvîdar in ku ev cejn bibe wesîleya pêkhatina aştî û pêkvejiyana gelan û civakeke demokratîk.”
Di dewamê de Îbrahîm Mihemed bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo û wiha got; “Divê em xwe ji pêvajoya aştiyê re amade bikin û ji bo wê bixebitin da ku di çarçoveya konfederalîzma demokratîk a gelan de bi xweşî û şadî bijîn.”
Piştre Rêveberê Şîrketa Çetir (Kompanya Chatr) Kemal Heme Reza jî axivî û ev tişt gotin; “Em weke Şîrketa Çetir xwediyê çar şehîdên wêrek û bêtirsîn ku şehîdê me yê yekemîn Şehîd Wedat Husên’e. Piştî şehadeta wî, Şehîd Gulistan Tara, Hêro Behadîn û herî dawî jî Şehîd Ezîz Koyloglu. Em li vir hemû şehîdên rêya azadiyê û Çapemeniya Azad bi minet û rêzdarî bibîr tînin û soza şopandina xewn û armancên wan didin.”
Di dawiyê de bavê Şehîd Hêro Behadîn, Behadîn Mela jî hestên xwe wiha anî ziman; “Ez xêr hatinê li her kesê dikim ku beşdarî bîranîna Şehîd Hêro bûne. Ez bang dikim ku lêkolîn û lêpirsînê li ser kesên ku destê xwe dirêjî xelkê sivîl û qelemşûran dibin û welatiyên sivîl dikin armanc û wan qetil dikin, bikin. Ez dixwazim xwîna şehîdan li erdê nemîne, li rê û têkoşîna azadiyê ya şehîdan xwedî bê derketin.”