Şehîd Hemzê Kobanê, li Saarbruckenê hat bibîranîn

Ji bo Hemze Kobanê ku di êrîşa bi wesayeta bombe lê barkirî de li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîd bû, li Saarbruckenê merasima bîranînê hat lidarxistin.

Endamê Komîteya Aboriyê Hemze Kobanê ku 24’ê Sibatê di êrîşa bi wesayîta bombe lê barkirî de ku ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk ve li herêma Şiqeyf a li bakurê Taxa Şêxmeqsûd hat kirin, şehîd bû, li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, bi merasimekê hat bibîranîn.

Li merasimê hat diyarkirin ku Hemze Kobanê, bi destên çeteyên dewleta Tirk hatiye kuştin û wiha hat gotin: ‘’Ev hişmendî, ji êrîşa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya Parisê ne qut e. Hildana tola şehîdên me, bi tevlêbûna xebatê ya bi xurtî, pêkan e’’ û banga tevlêbûyîna pîrozbahiya Newrozê hat kirin ku wê 25’ê Adarê li Frankfûrtê bê kirin.