Şaredariya Lozanê wê cardin bi mexdûrên erdhejê re bibe alîkar

Pêşniyaznameya Encumena Şaredariya Lozanê Sevgî Koyûncû ya li ser avakirina ji nû ve ya herêmên erdhej lê çêbûye, hat qebûlkirin. Şaredariya Lozanê ku berê 80 hezar Frank bexş kir, wê hêj jî bi mexdûrên erdhejê re bibe alîkar.

Li Ewropayê, piştevaniya bi mexdûrên erdheja Mereşê re berdewam e. Şaredariya Lozanê ku ji bo ji mexdûrên erdhejê re bê şandin, 80 hezar Frank li hesabê Heyva Sor a Kurdistanê û Medaîrê razand, bi biryareke nû ku da, wê cardin bibe alîkar.

Civîna Meclîsa Şaredariya Lozanê ya vê hefteyê, li ser pêşniyaznameya Sevgî Koyûncû bû ku têkildarê avakirina ji nû ve ya herêmên erdhej lê çêbûye. Koyûncûyê, xwest ku Meclîsa Şaredariya Lozanê û rêveberiya Şaredariya Lozanê bi şaredariyên din ên li Swîsreyê re bi hevparî tev li xebata avakirina ji nû ve ya herêmên erdhejê bibin. Sevgî Koyûncû ku di civînê de axivî, anî ziman ku dewleta Tirk bi mexdûrên erdhejê re têr nabe alîkar û got ku alîkariya tê kirin, divê bigihîje ber destên gel.

Piştî axavtinan dest bi dengdayînê hat kirin. Pêşniyazname, ji aliyê piraniya endamên meclisê ve hat qebûlkirin.

Sevgî Koyûncû, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku pêşniyaznameya duh ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re pêşkêş kir, hat qebûlkirin û got: “Mala hemû meclîsên şaredariyê ava ku ji pêşniyaznameyê re got, erê. Bijî piştevaniya gelan.“