Serokê şaredariya Karlsruhe: ji bo Wanê bikevin tevgerê
Serokê şaredariya Karlsruhe Frank Mentrup, li hemberî desteserdagirtina erka hevkara xwe ya projeyê hevşadara bajarê mezin a Wan’ê Bedîa Ertan Ozgokçe bertek nîşan da.
Serokê şaredariya Karlsruhe Frank Mentrup, li hemberî desteserdagirtina erka hevkara xwe ya projeyê hevşadara bajarê mezin a Wan’ê Bedîa Ertan Ozgokçe bertek nîşan da.
Mentrup ku ji wezîrê karê derve yê Almanya Maas re name nivîsîbû xwest ku Almanya li hemberî qeyûman bêdeng nemîne û bikeve tevgerê.
Serokê şaredariya Karlsruhe Frank Mentrup heman demê ji serkonsolê Turkiyeyê Nevzat Arslan re jî name şand û (tê de) diyar kiriye ku biriyara hatiye girtin weke azadiya derbirînê bi armancên bingehîn ên demokrasiyê re jî nakoke.
Mentrup ku ji bo hevşaredara bajarê mezin a Wanê Bedîa Ertan Ozgokçe di meha tîrmeha bihorî li Karlsruhe pêşwazî kiribû û gotibû “hempêşeyî û siyasetmedarê wêrek û xwebawer”, bi pesn û methê qala xebatên xweber yên Ozgokçe kir.
Serokê şaredariya Karlsruhe qeyum danina ser şaredariya Wanê vê hem zirar bide Wanê hem jî Karlsruhe.
Her wiha di serî de Partiya Çep’an û Kesk’an gelek komên partiyan û rêxistiên sivîl ji bo piştewanîkirina bi hevşaredarên HDP’yî merasîman lidardixin.