Şandeya ciwanên enternasyonalîst û Kurd li Filistînê ne

Komîteya Dîplomasiyê ya Ciwanan û enternasyonalîst, ji bo tevlîbûna Mihrîcana Ciwanan a Farkhayê çûn Filistînê.

Şandeyek a Komîteya Dîplomasiyê ya Ciwanan û ciwanên enternasyonalîst, ji bo tevlîbûna 27’emîn Mihrîcana Ciwanan a Farkhayê çûn Filistînê.

Mihrîcana ku her sal dihat lidarxistin, ji ber şewba koronayê du salan nehat lidarxistin.

Piştî du salan 27’emîn Mihrîcana Ciwanan a Farkhayê li Filistînê hat lidarxistin. Ev mihrîcan ji xeynî ciwanên Filistînê, enternasyonalîstên ku ji her çar aliyên cîhanê tîne ba hev. Di nava hefteyekê de tenê nîqaşên siyasî û bi semîneran perspektîf tên parvekirin û di heman demê de li gund xebatên weke çandina daran û çêkirina rê jî tên kirin. Di sala 2022’an de ciwanên enternasyonalîst û Kurd, ji bo fikrên xwe bi hêzên demokratîk ên Filistînê re parve bikin û piştevaniya gelan bi ruhê enternasyonalîst bixin meriyetê, bi delegasyona rêxistinên ciwanan a 50 kesî yên ji welatên cuda hatin Farkhayê.

Ciwanên Kurd ji bo xakên cuda yên Filistînê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin bigerin, dest bi gerek siyasî ya sê rojan kir. Ciwan li van deran rastî zexta dewletê hatin.

Di 28’ê Tîrmehê de li Yafa/Al-Nazarethê ji aliyê ciwanên Partiya Komunîst a Îsraîlê (MAKI) ku ji Filistîniyan pêk tê, ciwan hatin pêşwazîkirin. Li gel endamên navneteweyî ya delegasyona 50’î û ciwanên Filistînê bi stiranên şoreşerî bû êvar û ciwan bûn mêhvanên malbatan.

Ciwan li Ma’alûl, Akka, Al-Qûds (Kûdus), Bethlehem û Al-Khalîl (Hebron) jî geriyan.

Ciwan di gera sê rojî de di derbarê dîroka Filistînê de gelek agahî bidest xistin û piştî ku gihiştin Farkhayê bi sedan gundiyan re, tevlî xwepêşandana vekirinê bûn. Ji xeynî axaftin û muzîkan merasîmek a vekirinê ya ku ciwanên Farkhayê şano lê lîstin û dans kirin, hat lidarxistin.