Îskoçya û Ewûsturalyayê bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî dan

Berdevka Karên Derve yê Partiya Keskan a Ewûsturalyayê Ewa Ernst-Dzîedzîc û Berdevkê Karên Derve yê Partiya Keskan ê Îskoçyayê Ross Greer bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê dan.

Bertekên li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li hember HDP’ê hatîn lidarxistin didom in.

Berdevka Karên Derve yê Partiya Keskan ê Ewûsturalyayê Ewa Ernst-Dzîedzîc bi daxuyaniyek nivîskî û Berdevkê Karên Derve yê Partiya Keskan ê Îskoçyayê Ross Greer jî bi pêşniyar pirsa ku dayî meclîsê bertekên xwe nîşanî operasyonên qirkirina siyasî dan.

Berdevka Karên Derve yê Partiya Keskan ê Ewûsturalyayê Ewa Ernst-Dzîedzîcê ku bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku Serokkomerê Tirkiyê Tayyîp Erdogan hertim azadî û mafê mirovan dixe binê lingan û got: “Gelek hêncetên destgîrkirinan protestoyên 2014’an ên li Tirkiyê diyar kirin e. Ev prostesto li dijî milîsên terora Dewleta Îslamiya ku xwestîn bajarê Kurdan a li Suriyê dagir bike pêkhatibû. Dosyayên ku li dijî kesên li dijî rejîmê weke berê, piranî weke keyfî û helandina muxalefetê bû. Ji ber vê sedemê pêwîste civaka navnetewî bertekek pir vekirî nîşan bide.”

PÊŞNIYARA GREER A JI BO PARLEMENTOYA ÎSKOÇYA YÊ

Berdevkê Karên Derve yê Partiya Keskan ê Îskoçyayê Ross Greer jî fîkarên xwe yên li dijî pêlên desgîrkirinên dawî yên li dijî HDP’ê li Parlementoya Îskoçyayê anî ziman û bi pêşnûmeyekê bang li Hikumeta Qiralyeta Yekbûyî kir ku bi şêweyek dîplomatîk mûdaxele bike û wiha got: “Parlementoya Îskoçyayê; dizane ku ev destgîr kirin ji bo helandin bû bêdengkirina gelê Kurd û mûxalefeta demokratîk a li Tirkiyê ye, hate zanîn ku piranî ev destgîr kirin ji ber prosteso kirina êrîşên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an ên dagirkeriya bajarê Kurdan Kobanê ye. Pêwîste Hikumeta Qiralyeta Yekbûyî bi hemû rêyên dîplomatîk bang bike ku gelê Kurd ê li Tirkiyê bikaribe hemû mafên xwe bi parêze. Pêwîste Ewropa li dijî Tirkiyê bertekek tund û kolektîf bigre. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de yan di wateyek din de pêwîste em bipejirînin ku ne hevkarê me ye. Li cihê vê pêwîste em li gel HDP û azadîxwazên li Tirkiyê têkoşîna demokratîk dikin bin.”