Înisiyatîfa Ji Ocalan re Azadî: Newroz pîroz be

Înisiyatîfa Ji Ocalan re Azadî û çalakgerên Strasbourgê yên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kirin.

Înisiyatîfa Ji Ocalan re Azadî û çalakgerên Strasbourgê yên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kirin.

Di daxuyaniya pîrozbahiya 'Cejna Newrozê' de wiha hate gotin;

“Newroz roja serketina berxwedana Kawayan a li dijî Dehak û zaliman e. Vê kevneşopiya berxwedanê li ser axa qedîm weke serîrakirina li dijî hemû zilm û zordestiyê wisa dest pê kir û heya roja me dewam dike.

Îro jî li dijî zilm û zordestiya Dehakên hemdem li her derê şopdarên Kawayan têkoşînê dimeşînin. Kawayên hemdem wateya Newrozê ya dîrokî bi agirê bedena xwe lê bar kirin. Ji Mazlûm Dogan heya Zekiye, Berîvan, Ronahî û Semayan û herî dawî jî Mazlûmê roja me Zulkuf Gezen bûn Newroz û rêya têkoşînê ronî kirin.

Cewherê berxwedana li dijî zilmê di serdema me de Rêber Apo bi xwe ye. Bi tevgera Apoyî Newroz li wateya xwe ya dîrokî vegeriya. Lewma Newroz a ku cejna serkeftina li dijî zilmê ye herî zêde li Rêber Apo û şehîdên Newrozê tê.

Îro bi pêngava ‘Emê tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin’ Newroza 2019’an pêşwazî dikin. Di pêşengiya Leyla Guven de li dijî tecrîda giran a li ser Rêbertiya me ku tê wateya zilm û zordestiya Dehakên hemdem, pêngava berxwedanê dest pê kir û gav bi gav belavî hemû Kurdistan û cîhanê bû. Ev berxwedana ku kevneşopiya Kawa, Mazlûm û Zekiyeyan e, îro bûye berxwedanek dîrokî ji bo têkbirina faşîzmê. Ev berxwedan her kêlî ber bi serfkeftinê ve bi hêvî û biryardariyeke mezin dimeşe.

Ji girtîgehan heya serê çiyan, ji Rojava heya Başûr û Bakur, Ji Rojhilat heya hemû cîhanê gelê Kurd vê rojê bi şanaziya têkbirina DAIŞ’ê pêşwazî dike. Xelata vî gelê berxwedêr a ji bo hemû mirovahiyê di rojek wisa cejnê de bi ruhê berxwedana Newrozê bi wate dibe. Lê belê em dizanin li pişt DAIŞê Erdogan û hevkarên wî hene. Lewma bi vî ruhê berxwedanê divê Dehakên hemdem ji bînî de werin têkbirin. Enceq wê demê em dikarin qala serkeftina mîsoger bikin.

Em çalakgerên li Strasboûrgê em biryardariya xwe ya ji bo serkeftinê bi wesîleya rojê careke din dubare dikin. Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku vê Newrozê bikin Newroza serkeftinê. Em Newrozê bikin wesîleya bidawîkirina tecrîdê, têkbirina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê.

Em Newroza gelê xwe yê berxwedêr, Rêber Apo, cangoriyên azadiyê û hemû hevalên li dijî zilmê li her eniyê têdikoşin bi ruhê serkeftinê pîroz dikin.

Bijî Newroz!

Bijî Rêber Apo!

Berxwedan Jiyan e!”