‘Îmrali Gûantanamoya Ewropayê ye’

Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca, nûnerê HDP’ê Fayîk Yagizay û parêzer Rêzan Sarica derbarê grevên birçîbûnê li Konseya Ewropayê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de hate diyarkirin ku “Îmrali Gûantanamoya Ewropayê ye.”

Civîna çapemeniyê li Eywana Konferansa Konseya Ewropayê hate lidarxistin. Parlementera Êlihê HDP’ê Feleknas Ûca, nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropayê Fayîk Yagizay û parêzerê Ocalan Rêzan Sarica tevlî civînê bûn. Di civînê de bang li Konseya Ewropayê û CPT’ê hate kirin ku bila berpirsyariya xwe bi cih bînin.

ÛCA: LI HEMBERÎ TECRÎDÊ TU GAV NEHATINE AVÊTIN

Parlementer Feleknas Ûca diyar kir ku grevên birçîbûnê bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin û li girtîgehan jî 7 hezar girtiyan dest bi greva birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger kirine.

Ûca diyar kir ku ji ber Konseya Ewropayê û CPT’ê peywira xwe bi cih neanîne, grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Ûca bal kişand ser vî tiştî ku ji sala 2011’an hevdîtina bi parêzeran re nayê kirin û ji sala 2015’an û vir ve jî hemû serlêdan hatine qedexekirin.

Ûcar diyar kir ku tendirustiya çalakgeran hatiye asteke krîtîk û di Komploya Navneteweyî ya di sala 1999’an de rola Ewropayê heye. Ûca got ku “Îmrali Gûantanamoya Ewropayê ye. Ez bang li Konseya Ewropayê û CPT’ê dikim, divê peywira xwe bi cih bînin. Bi tecrîda li ser Ocalan re pêşiya aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê hate girtin. Banga Ocalan a aştiyê ya di sala 2013’an de li cîhanê deng da û wê bangê pêşiya pêvajoya diyalogê vekir.”

SARICA: ÊŞKENCEYEKE SÎSTEMATÎK HEYE

Rêzan Sarica yê ku parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, di civînê de axivî û got ku “Ji bo hevdîtina bi Ocalan re, me gelek caran serî li rayedaran daye lê hemû serlêdan tên redkirin. Ev rewş bûye, rewşeke sîstematîk. Bi periyodên 3-6 mehan hevdîtin tên qedexekirin, ev qedexekirin li dijî Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Ji sala 2011’an û heta niha parêzeran ji bo hevdîtinê 800 serlêdan kirine. Nameyên ku ji Ocalan re tên şandin jî ji aliyê rêveberiya Îmraliyê û bi destê saziyên darizandinê tên astengkirin. Ev jî diyar dike ku li Îmraliyê êşkenceyeke sîstematîk heye.”

‘BINPÊKIRIN DI RAPORÊN CPT DE CIH GIRT’

Parêzer Rezan Sarica di axaftina xwe de bal kişand li ser şert û mercên xirab ên li Îmralî û got CPT rapora xwe ya serdana sala 2016’an di sala 2018’an de eşkere kir. Sarica wiha domand; “Di vê raporê de binpêkirina madeya 3’an hate qebûl kirin. Astengkirina serdanên ji bo Ocalan ne hiqûqî ne siyasî ye. Ev jî di rapora CPT’yê de cih girt.”

DIVÊ TIRKIYE LI GORÎ PÊŞNIYAZÊN RAPORÊ TEVBIGERE; CPT DIVÊ BIÇE ÎMRALÎ

Rezan Sarica got, divê dewleta Tirk li gorî pêşniyazên di rapora CPT de tevbigere û wiha jî got; “Em daxwaz dikin ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan (CPT) serdana Îmralî bike.”

Herî dawî Rezan Sarica got, parlamenter Dêrsim Dag û Tayîp Temel,  parlementerên berê Sebahat Tûncel û Selma Irmak jî di nav de 7 hezar girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne. Sarica hişyarî da û got eger gav neyên avêtin dibe ku mirin çêbibin.

YAGÎZAY: TESPÎTAN DIKIN LÊ JI BO ÇARESERIYÊ GAV NAVÊJIN

Nûnerê HDP’ê Fayîk Yagîzay jî bal kişand li ser rolê Konseya Ewropayê (KE) ya li dijî tecrîdê û bi bîr xist ku serî de peymana Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê jî di nav de Tirkiye gelek peymanên mafên mirovan îmze kiriye.

Yagîzay bal kişand li ser rapora berê ya Komîsyona Venedîk a organên KE û got tevî hemû tespîtên hatine kirin saziyên bihêz bêdeng mane. Yagîzay got gelek saziyên Ewropayê binpêkirin tespît kirine û wiha domand; “Lê saziyên Ewropayê ji bo çareserkirinê tu gav ne avêtine û dibin hevkarê sûc.”

‘EGER KE’YÊ ERKA XWE PÊK BIANIYA WÊ PIRSGIRÊK ZÛDE BIHATA ÇARESERKIRIN’

Yagîzay bi domdarî got, eger KE û CPT ‘Di dema xwe de bi erka xwe rabûban’ wê hewceyî bi grevên birçîbûnê nemaya. Yagîzay diyar kir ku Konseya Ewropa mîsyon û rolê xwe rast pêk neaniye û got; “Eger erka xwe pêk bianiya wê pirsgirêk zûde çareser bûbûya.”

Yagîzay herî dawî bang li DMME, MPKE û CPT kir ku bi erka xwe rabin û bikevin nava tevgerê.