Îlham Ehmed: Divê Bakurê Sûriyê li balafiran  were girtin

Hevseroka Meclîsa Sûriyê ya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed dema hevdîtinên bi Swêdiyan re got ji bo pêşî li qirkerî û komkujiyên dewleta Tirk were girtin divê herêma firîna balafiran lê qedexe were ragihandin.

Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed li Swêdê bi rayedarên hikûmeta Swêd û partiyên siyasî re rûnişt.

Ehmed Çarşemê bi nûnerên 7 partiyên siyasî re rûnişt ku li Parlamentoyê komên wan hene

Ehmed dema ku bi nûnerên partiyên siyasî re rûnişt, got, ''Gelê me dizane ku DYE û hêzên koalîsyonê ji pişt ve xencer li wan dane. Ti sozê ku dane me bi cih neanîne. Heke agirbesteke pêkan derfetê bide ku Tirkiye cihên ku heta niha ketiyê bimîne ev nayê qebûlkirin. ''

Ehmed piştî nîvro bi Wezîra Karê Derve Ann Lînde û Wezîrê Berevaniyê Peter Hultqvîst re rûnişt. Ehmed têkilî dagirkeriya Tirk agahî da Hulqvîst û her wiha diyar kir li Serêkaniyê û Girê Spî ku şer lê heye ji bêgavî 300 hezar sivîlî malên xwe berdane.

ARMANCA TIRKIYÊ EW E KU DAÎŞ'Î WERIN BERDAN

Ehmed bal kişande ser talokeya DAÎŞ'ê ya bi êrîşên dagirkeriya Tirk re dest pê kirî, got, armanca dewleta Tirk ew e ku çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bike û domadn, ''Bi sedan DAÎŞ'î ji bombebaran sûd wergirtin û ji girtîgehê reviyan. Ev ji bo herêmê û cîhanê talokeyeke mezin e.''

HULTQVÎST: HETA DAWIYÊ EM BI WE RE NE

Hultqvîst got hikûmeta Swêd û gelê Swêd li pişt Kurdan in, destekê didine rêveberiya Rojava û domand, ''Jidil heta dawiyê em bi we re ne. Ez Wezîrê Berevaniyê bi zelalî radigînim ku bi we re me. NATO heftiyek şûn de wê kom bibe lê em nikarin rawestin. Li Rojava krîzeke mirovî heye. Li ser gel taloke heye û divê em vê asteng bikin. Çi ji dest me were em ê bikin, alîkariya mirovî û hwd. Li ser guşarên aborî û sekinandina têkiliyên dîplomatîk dema ku bi Wezîrê Karê Derve re rûniştim em ê binirxînin.''

Ehmed bi Wezîra Karê Derve Ann Lînde re rûnişt û ji ber ku Swêd biryar da ku nema çekan bifiroşe Tirkiyê û mijarê aniye Yekîtiya Ewropayê û heman tiştî ji hemû welatên Ewropayê xwestiye kêfxweşiya xwe diyar kir.

Ehmed ji Lînde xwest ji bo ku li Bakurê Sûriyê herêma firîna qedexe were avakirin bi asta Yekîtiya Ewropayê hewl bide.

Lînde ji ber şerê serkeftî yê li dijî DAÎŞ'ê malavayî li Ehmed kir û got ji bo ku êrîşên dewleta Tirk werin rawestandin tişta ku ji dest wan tê ew ê bikin.

LÎNDE: DAGIRKERIYA TIRKIYÊ LI DIJÎ PEYMANÊN NAVNETEWÎ YE

Lînde got êrîşên Tİrkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê ew mîna ''dagirkeriyê' bi nav dikin û got, ''Êrîşên Tİrkiyê wê rê li ber krîzeke mirovî vekin, wê çeteyên DAÎŞ'ê bikin bela serê cîhanê.

Lînde her wiha got dagirkeriya Tirkiyê li dijî peymanên navnetewî ye û ev ê aramiya herêmê têk bibe û rê li ber trajediya mirovî veke.

Lînder her wiha got ji bo ku li Bakur Rojhilatê Sûriyê herêma firîna balafiran lê qedexe were ragihandin û ji bo ku bicihkirina leşkerên NATO'yê ji bo dagirkerî were rawestandin gelek rojev li ber wan in û nîqaşa vê dikin.