Êrîşî çalakiya ji bo Ocalan a li Yewnanistan hate kirin

Li bajarê Lavrîon a Yewnanistanê di dema bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihate protestokirin, ajokarekî wesayîta xwe li ser çalakvanan ajot. Di bûyerê de kesek birîndar bû polîsan ajokar destgîr kirin.

Kurdistaniya li bajarê Lavrîonê ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û nedana mazbatayên hevşaredaran çalakiyek kirin. Di dema çalakiyê de ajokarekî wesayîta xwe li ser çalakvanan ajot.

Di bûyerê de Emîn Asin ê çalakvan birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Ajokar ji aliyê polîsên Yewan ve hate destgîrkirin.

Hate ragihandin ku çalakvanê rakirî nexweşxaneyê tê dermankirin.

 Di çalakiyê de çalakvanan bê navber dirûşmên ‘Kujer Erdogan’, ‘Faşîst Erdogan’, ‘Kurdistan, goristan ji bo faşîstan’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Zulkuf Gezen bê mirine’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ qîrkirin, alên PKK, KCK, YJA-Star û YPG’ê bilind kirin.

Di çalakiyê de bi sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ şehîd hatin bibîranîn, Şener Salih metna çapemeniyê xwend, diyar kir ku faşîzma AKP û MHP’ê xwe li encamên hilbijartina 31’ê Adarê ranegirtine û got: “Vîna gelê ku deng dane şaredarên HDP’yî yên qeyûm li Kurdistanê têk birine, desteser dikin, gelê Kurd vê napejirîne. Salih ê berxwedêrên grevan silav kir got: “Gelê Kurd wê bi teqez tecrîda li ser Ocalan bişkîne û ji pêvajoyê re bibe bersiv.

Piştre çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.