BI DÎMEN

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Arnhemê hat teşhîrkirin

Kurdistaniyên li Arnhemê dijîn, li qada Willemspleinê hatin ba hev û bi armanca teşhîrkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê standa agahdarkirinê danîn.

Kurdistaniyên li bajarê Arnhem ê Hollandayê, bi armanca teşhîrkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Willemspleinê stand danîn.

Li ser standa ku bi navê “Defend Rojava” hat danîn, belavokên têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser bendav, depoyên genim û qadên jiyanê, êrîşên çeteyên SMO’yê û polîtîkayên dijminahiya li dijî jinan yên HTŞ’ê yên hatin belavkirin.