Bayindir: Gel wê şaredariya xwe bistîne!
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got, "Ya hûn ê rêya çareseriya demokratîk a Birêz Ocalan hilbijêrin, ya jî hûn ê ji muxatabbûnê derkevin. Bi qeyûm û êrîşan biratî nabe."
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got, "Ya hûn ê rêya çareseriya demokratîk a Birêz Ocalan hilbijêrin, ya jî hûn ê ji muxatabbûnê derkevin. Bi qeyûm û êrîşan biratî nabe."
Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê a DEM Partiyî, li bajar didomin. Girseya ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî di nav de, li pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî hate gel hev. Li pêşiya şaredariyê daxuyanî hate dayin. Dayikên Aştiyê bertek nîşanî polîsên dîmenên qadê dikişandin dan û gotin: “Herin kesên diziyan dikin bikişînin.” Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Qeyûm talan e” hate berzkirin. Her wiha pankarta “Qeyûm derbeya lid ijî demokrasiyê ye” hate hilgirtin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di daxuyaniyê de wiha got: “Gelê me siyaseta me hilbijart û dengê xwe da. Lê AKP’ê xesp kir. Gelê me baweriya xwe neda îktîdarê û dengê xwe nedayê. We sê caran qeyûm tayîn kir lê her carê jî gel piştgirî da partiya xwe. Gel dê şaredariya xwe dîsa bistîne. Aqilê xwe bînin serê xwe.”
Bayindir, bal kişand ser hevdîtinên bi Rêber Apo re û wiha pê de çû: “Ji 1’ê Cotmehê ve ye qala biratiya Kurd û Tirkan dikin. Em jî vê dixwsazin lê em bi qeyûman re nabin bira. Dema ev êriş didomin em bi kesekî re nabin bira. Baweriya me bi we nayê. Em ê bi gel û hêza xwe bi ser kevin. Dibêjin ‘em dijminên Kurdan nînin’ lê dijminên gelê Kurd û nasnameya Kurdan e. We 2 rojnamegerên Kurd bi SÎHA’yan qetil kirin. Ev dewlet dijminê cenazeyên gelê Kurd e. We şaredariya me xesp kir, hevalên me girtin. Hûn dijminên îradeya gelê Kurd in.”
Bayindir, bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Bi roja ye êrişî Rojava dikin. Êrişî îradeya pêkvejiyanê ya gelan dikin. Nebêjin ‘em destê aştiyê dirêj dikin.’ Em ji vê bawer nakin. Pêvajoyeke tenê di gotinê de danîne pêşiya me. Di vê pêvajoyê de baweriya me bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê. Ji bo cîbicîkirina 7 xalên wê tişta ji dest tê em ê bikin. Gelê Kurd ji bo aştiyeke birûmet dibêje ‘erê’ lê hûn qeyûm tayîn dikin. Hûn êrişî Rojava dikin lê hûn nekarin bi ser kevin. Hek hûn van polîtîkayan bidomînin, hûn ê ji mûxatabbûnê derkevin. An hûn ê çareseriya demokratîk a birêz Ocalan hilbijêrin an jî hûn ê ji mûxatabbûnê derkevin.”
Bakirhan, wiha bi dawî kir: “Em ê heta dawiyê li dijî zilmê û dijminatiyê têbikoşin. Em têkoşîna mirovahiyê dimeşînin. An neheq, ew in ên şaredariya me dorpêç kirin. Kesek bi zilmê bi ser neketiye û her tim berxwedêr bi ser ketine. Ji bo aştiyeke birûmet em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û qeyûman paşve bişînin. Tengijîne û bi qeyûman xencerê li xwe dixin.”
Piştî axaftinan, girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Berxedan jiyan e" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" hatin berzkirin.