Danûstandinên Hamas-Îsraîlê: 1.000 mehkûmên Fîlîstînî wê bêne berdan

Qatar ku navbeynnkariyê ji Îsraîl û Hamasê re dike, diyar kir ku hemû astengiyên li pêşiya agirbesteke li Şerîda Xezeyê li Dohayê di hevdîtinan de hatine rakirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qatarê Macid el Ensari di civîna çapemeniyê de got, "Di nava du hefteyan de di hevdîtinan de mijarên girîng hatin çareserkirin û em gihîştin wê nuqteyê ku pirsgirêkên bingehîn ên li pêşiya peymanekê asteng in, bêne çareserkirin."

Du çavkaniyên Fîlîstînî yên nêzî danûstandinên agirbestê jî roja Sêşemê ji AFP'ê re axivîn û anîn ziman ku di qonaxa destpêkê ya peymanê de di berdêla berdana 33 dîlgirtiyan de wê 1.000 mehkûmên Fîlîstînî bêne berdan.

DI NAVA 24 SAETÊN DAWÎ DE 61 KES MIRIN

Li aliyê din, Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezeyê ku ser bi hikumeta Hamasê ve ye, roja Sêşemê daxuyaniyek da û ragihand ku li xaka Fîlîstînê di nava 24 saetên dawî de herî kêm 61 kes hatin kuştin.

Li gorî wezaretê, ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve 46 hezar û 645 kes hatin kuştin, 110 hezar û 12 kes jî birîndar bûn.