Li aliyekî danûstandinên li ser nukleerê Îran heye, li aliyê din jî Fransa, Elmanya û Qraliyeta Yekbûyî hene.
Civîna ku wê roja Duşemê destpê bike, hefteyek beriya destpêkirina wezîfeya Donald Trump pêk tê. Trump di dema destpêkê ya serokatiya xwe de ya navbera salên 2017 û 2021'ê de xwe ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişandibû û di asta herî bilind de polîtîkaya zextê pejirandibû.
Beriya niha bi du mehan jî di navbera Îranê û nûnerên sê welatên Ewropayê de li Cenevreyê danûstandinên veşartî hatibûn kirin.
Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê ji AFP'ê re diyar kir ku ev yek danûstandin nîne. Îranê jî bi heman rengî got, tenê şêwirmendî ye.