Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê hatin kirin
Girtiyê nexweş Kenan Kaya ku li girtîgehê du caran krîza dil derbas kiriye, got "Rewşa min giran e, em terkî mirinê hatine kirin."
Girtiyê nexweş Kenan Kaya ku li girtîgehê du caran krîza dil derbas kiriye, got "Rewşa min giran e, em terkî mirinê hatine kirin."
Kenan Kaya ku demekê li Rêxistina HDP’a Colemêrgê rêvebertî kir, piştî cezayê wî yê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat erêkirin, di 25’ê Cotmeha 2022’yan de li Îzmîrê li malê hate binçavkirin û piştre hat girtin. Demekê li Girtîgeha Tîpa S ya Buca ya Îzmîrê hate ragirtin û piştre jî sirgunî Girtîgeha Tîpa S ya Kavakê ya Samsûnê hate kirin. Kaya, di vê pêvajoyê de 2 caran krîza dil derbas kir. Piştî ku xizmên Kaya heqê mesrefan da, ew di demekî nêz de li nexweşxaneyeke taybet anjiyo bû. Kaya, ji 29’ê Nîsana 2024’an heta niha li girtîgehê bi dermanan tê tedawîkirin.
ENDAMÊN MALBATÊ BANGA HESTIYARIYÊ KIRIN
Kaya, îro bi malbata xwe re hevdîtin kir û got ku dermanên wî qediyane. Daxuyaniya malbatê wiha ye: “Kenan di hevdîtinê de got ku rewşa wî pir giran e û dermanên wî xelas bûne. Kenan diyar kir ku tevî berî 2 hefteyan daxwaznameya xwe şandiye dîsa jî dermanên wî nehatine dayin. Wî got ew terkî mirinê hatine kirin. Kaya herî dawî got ku serê sibehê êşeke giran a dil pê re çêbûye, lê tevî vê jî ew nebirine nexweşxaneyê.”
Endamên malbatê ji ber jiyana Kaya metirsîdar in û banga hestiyariyê li hemû derdoran kirin.