Di bombebarana Xartumê de zêdeyî 120 kes mirin
Tora ku ji xwebexşên xilaskirinê yên Sûdanî pêk tên di daxuyaniya xwe ya roja Sêşemê de da zanîn ku di bombebarana li navçeyeke nêzîkî Xartumê de ji 120'î zêdetir kesî jiyana xwe ji dest daye.
Tora ku ji xwebexşên xilaskirinê yên Sûdanî pêk tên di daxuyaniya xwe ya roja Sêşemê de da zanîn ku di bombebarana li navçeyeke nêzîkî Xartumê de ji 120'î zêdetir kesî jiyana xwe ji dest daye.
Hat diyarkirin ku bombebaran roja Duşemê li navçeya bi navê Omdurmanê ya ku nêzîkî paytext Xartumê ye pêk hatiye.
"Yekeya midaxeleya lezgîn a Ombadayê" ku parçeyek ji tora xwebeşxan e ku li tevahiya welatî alîkariyên ewilîn koordîne dikin, li ser êrîşa li dijî herêma Dar al-Salamê ya ku dikeve rojavayê Omdurmanê ku parçeyek ji Xartuma Mezin e, daxuyanî da.
Yekeya alîkariya lezgîn diyar kir ku "li gor nirxandina ewil 120 sivîlan jiyana xwe ji dest daye."
Ji Nîsana 2023'yan heya niha, şerê di navbera artêşa nîzamî ya Sûdanê û şirîkê wî yê berê Hêzên Piştgiriya Bilez (HPB) ya paramîlîter de bû sedema kuştina bi deh hezaran însanî.
Li gor rapora London School of Hygiene and Tropical Medicine, tenê li paytextî, di navbera Nîsan 2023 û Hezîran 2024'an de herî kêm 26 kesî jiyana xwe ji dest da.
Neteweyên Yekbûyî 6'ê Çileyê daxuyanî da û diyar kir ku li Sûdanê "ji ber krîza mirovî ya derasayî" nêzî 30,4 milyon kes hewcedarî alîkariyê ye û ji bo ji sedî 20,9'ê van kesan banga alîkariyeke bi qasî 4,2 milyar dolarî kir.
Di vî şerî de paytext Xartum bû şahidê awayê herî dijwar ê şerî. Hema bêje tevahiya taxan hatine valakirin û ketine destê şervanan. Li dor daneyên NY'ê, niha li Sûdanê ji sêyan yekê 11,5 milyon kesên ku ji cih û warên xwe bûne ji patyext reviyane.
HPB û artêş, bi dehan caran ji ber hedefgirtina sivîlan û bêcudahî bombebarankirina herêmên gelheya wan zêde hatin sûcdarkirin.