Êrîşên qirkirina siyasî, li Zurîhê hatin protestokirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk ên li Tirkiye û Kurdistanê, li bajarê Zurîhê bi çalakiyekê hatin protestokirin.

Li ser banga alîgirên Partîzana Swîsreyê û AGEB (Yêkitiya Karkerên Koçber li Ewropayê), êrîşên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP-MHP’ê yên li hemberî Kurdan û hêzên mixelef ên çep, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi çalakiyeke hatin protestokirin.

Çalakî, li qada Staûfacher a Zurîhê hat lidarxistin û pêkhateyên Hêzên Têkoşîna Hevpar bûn piştgir. Di çalakiyê de pankartên “Em bi zext, destgîrkirin û girtinê natirsin’’ hatin hildan.

Di daxuyaniyê de ha bibîrxistin ku 6’ê Gulanê di çarçoveya êrîşên qirkirina siyasî yên li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan û Partiya Sosyalîst a Bindestdan de xwendevanên partîzan û nûçegîhanê Demokrasiya Nû jî di nav de 12 kes hatine destgîrkirin û wiha hate gotin: “Faşîzma dewleta Tirk, zext û tundiya ku li hemberî mexdûrên erdhejê kir, vê carê li hemberî şoreşgerên ku li ba gelê xwe ne, dike. Em ê tu caran ji têkoşîna xwe gav bi paş ve neavêjin.”

Çalakî, bi banga geşkirina piştevaniya şoreşger qediya.