Êrîşên li ser Rojava li Bîel û Hambûrgê hatin şermezarkirin
Li bajarê Bîel ê Swîsreyê û li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ciwanên Kurd tevî saziyên dost, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin.
Li bajarê Bîel ê Swîsreyê û li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ciwanên Kurd tevî saziyên dost, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) tevî saziyên dost, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, li ber stasyona trenê ya Bîelê çalakiyek lidar xistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan bi navê TCŞ'ê Ozgur Ronî axivî û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin berxwedana gelê Rojava ya li dijî dewleta Tirk.
Ozgur Ronî operasyonên şoreşgerî yên gerîlayên azadiyê yên li çiyayên Zap û Kurdistanê silav kir û anî ziman ku dijmin ji ber têkçûna xwe ya li hemberî van operasyonan êrîşî gelê sivîl dike.
Ronî got, "Biçûk jî bin em bi dijminekî tirsonek re rû bi rû ne. Yên bi ser bikeve gerîlayên azadiyê ne, gelê Rojava ye."
Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê ya saziyên dost ên Swîsreyî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
HAMBÛRG
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê endamên TCŞ û TekoJIN bi heman armancê li hev kom bûn û çalakiya şermezarkirinê lidar xistin.
Ciwanan bi alên YPG û TCŞ'ê meşiyan û deqeyek rêz girtin.
Şêniyên herêmê jî bi çepikan piştgirî dan ciwanan.
Ciwanên ku heta gar a trenê ya Hambûrgê meşiyan, daxuyaniyek dan çapemeniyê û destnîşan kirin ku êrîşên li ser gel wê bêbersiv nemînin.
Di daxuyaniyê de piştgiriya hikumeta Elmanyayê ya ji bo dewleta Tirk jî hate şermezarkirin û banga yekîtiyê li tevahiya gelê Kurd hate kirin.