Êrîşên faşîst ên li Viyanayê hatin protestokirin

Êrîşên faşîst ên li Viyanayê ji aliyê Yekîtiya Piştevaniya Antîfaşîst ve bi daxuyaniyeke hevpar ve hate protestokirin.

Li paytexta Evûstûrya Viyanayê Yekîtiya Piştevaniya Demokratîk êrşa faşîst a li dijî EKH û mîtînga 10’an a bi rêkûpêk a Piştevaniya Jinê ya Ewropa ku bi dirûşma ‘Li dijî şideta li jinê’ bi daxuyiyeke hevpar şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên li Viyanayê li dijî mîtînga 10’an a Piştevaniya Jinê ya Ewropa ku bi dirûşma ‘Li dijî şideta li jinê’ ku bi rêkûpêk tê kirin û dîsa êrîşa li ser avahiya EKH’ê ji aliyê koma xwe weke cîhadî û nîjatperest ku Erdogan destek dike ve hatiye kirin.

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Qetlîamên li ser jinê, dîsa ev êrîşa li dijî têkoşîna jinê ya daxwaza heqdesta wekhev û li dijî têkoşîna hemû jinan carekî din li gel eşkerebûna rûyê dijminane yê faşîst ê dijminê jinê heman demê bêhelwestiya dewleta Evûtûrya û rêdana êrîşan nîşan da. Kombûna hêzên demokrat, antîfaşîst, pêşverû, femînîst şoreşger bi giştî 33 saziyan a bi faşîstan re li ser heman mêzeyî ku weke di çapemeniyê de hatî nîşandan red kiriye. Carekî din peyam daye hemû civakê nabe ku ‘li gel faşîstan û yên pesnên faşîstan dide bi di nava ti şert û mercî de nayên ba hev’ nîşanî her kesê da.”

Saziyên ku Yekîtiya Piştevaniya Antîfaşîst pêk tîne wiha ne:

SKB – Yekîtiya Jinên Sosyalît Evûstûrya

AVESTA

Kolektîfa Xemrî û Sor (MOR KIZIL KOLEKTIF=

Yeni Kadın

Tevgera Jinê yên Demokratîk a Ewropa

Piştevaniya Jinê ya Ewropa

Women Defend Rojava

FEYKOM

DKTM

ATIGF

DIDF

VTID – ATIK

ADHF

HDP Evûstûrya

Aveg-Kon

Young Struggle

YXK/YJK

Offensive Gegen Rechts

YDG

SYM

KZ Verband

KOMintern

Migrantifa

Rojava Solidaritatskomitee Osterreich

Asyl in Not

Platform Defend Rojava

Plattform Demokratie Osterreich

KJO (Kommunistische Jugend Osterreich)

KSV (Kommunistische StudentInnen Verband)

VAT (Cıvata Elewî ya Viyana)

AABF

KAB

CIK