Êrîşên dewleta Tirk li Ewropayê tê protestokirin-NÛ BÛ

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê li welatên cuda yên Ewropayê bi çalakiyan tê protestokirin.

HÎLDESHÎM

Li bajarê Hîldehîm ê Elmanyayê li Qada Angoûleme ya navenda bajar çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de pankata bi nivîsa ‘Tirikiye û milîsên wê şerê pilan dike rawestînin’ hate hildan. Belavokên hatibûn amadekirin hatin belavkirin.

FREÎBÛRG

Kurdistaniyên li Qada Alte Synagoge ya bajarê Freîbûrg hatin ba hev bi daxuyaniyeke çapmeniyê êrîşên dewleta Tirk a demên dawî de li ser Rojava, Başûr û dîsa xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.

NURNBERG

Kurdistanî û Elman ên  li Korenzkîrasche a Nurnberg a Elmanyayê hatin ba hev pankartên bi nîvîsên ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê bi cehenime’, ‘Terorîst dewleta Tirk, terorîst AKP’ û ‘Duh Efrîn, îro Başûrê Kurdistan, li dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin’ hatin vekirin, dagirkerî hate protestokirin.

Her wiha di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin.

FRANKFÛRT

Di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) de li Haûptwache saet 16:00 bi mîtîngeke ku li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate kirin  êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.

PARÎS

Li pêşiya kemerîna dîrokî ya nêzî Navenda Civaka Kurd a Demokatîk a Parîs a paytexta Fransayê çalakiyek hate kirin û di çalakiyê de flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan. Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin hate gotin ku Qendîl sembola berxwedanê ye, ew oprasyona PDK jî di nav de cih digire ku li dijî Qendîlê bê kirin protesto dikin.

DRANCY

Tevgera Ciwanên Şoreger û Tevgera Jinên Ciwan (TCŞ/TCJ) li bonliyoya Drancy a Parîsê afîşên li ser ‘Di pêvajoya koronayê de Erdogan li ser Kurdan, Mexmûr û Zînî Wertê êrîş pêk anî. Di êrîşa 15’ê Nîsanê de 3 jin mirin’ hatibû nivîsîn hildan. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûs ê Fransayê jî ciwanan bi çalakiyeke ya bêîtihatiya sivîl êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Ciwanan pankarta bi nivîsa ‘Kujer Erdogan hevkar PDK’ vekirin. Çalakî bi xwendina belavokekê bi dawî bû.

VÎLLENEÛVE-SAÎNT-GEORGES

Li banliyoya Vîllenevûe-Sanînt-Georges a Parîsê jî dagirkeriya Tirk bi çalakiyekê hate protestokirin. Çalakiya ku li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîllenevûe-Sanînt-Georges hate kirin, flamayên Ocalan û PKK’ê hatin hildan û pankarta ‘Bimre îxanet’ hate vekirin û dirûşma ‘Bijî Berxwedana Qendîlê’ hate berzkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi çalakiyeke bêîtiahatiya sivîl êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ'ê hatin hildan, pankarta bi nivîsa 'Dagirker û xiyanetkar ji Kurdistanê bi cehenimin' vekirin û dirûşma 'Lîberte poûr Ocalan' qîr kirin.