BI DÎMEN

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Elmanya, Fransa û Swîsreyê hatin protestokirin - NÛ BÛ

Li Elmanya, Fransa û Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda hatin protestokirin.

Li bajarê Hambûrg, Koln, Kassel ên Elmanya, Avîgnon ê Fransa û bajarê Bern ê Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hatin protestokirin.

HAMBÛRG

Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) li bajarê Hamburg ê Elmanyayê li hember êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan. Di meşê de alên YPG û TCŞ’ê hatin hildan. Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava", "Şehîd namirin" û "Terorîst Tirkiye" hatin berzkirin.

Meş heta stasyona trenê ya Hamburgê berdewam kir. Piştî meşê ji bo giyanê şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin. Li vir li ser navê ciwanan Mehmet Can axivî û got: “Dewleta Tirk dixwaze paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan a li Rojava hatiye avakirin, tune bike. Em ê li hemberî van êrîşên li ser gelê me bersivê bidin."

Can piştgiriya çekan a dewleta Elman a ji dewleta Tirk re û helwesta wê ya bêdengiyê ya li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne kir û bang li gelê Elman kir û xwest ku bibin dengê gelê Kurd û bi hev re li dijî êrîşan li ber xwe bidin.

KOLN

Endamên TCŞ'ê li bajarê Koln ê Elmanyayê di maça boksê ya navneteweyî de çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn. Di maça boksê de ku bi hezaran kes beşdar bûn û ji aliyê gelek kanalan ve zindî hat weşandin êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin protestokirin.

Serokê Universium a Boksê Îsmîl Ozen piştî maçê axaftinek kir û got: “Îro li Rojhilata Navîn û Rojava komkujiyên mezin hene, ez dixwazim ev bi dawî bibin. Em aştiyê dixwazin, ne şer.”

Di vê navberê de ciwanan alayên ku li ser wêneyên YPG’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe gor” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.

AVÎGNON

Li Avîgnon a li başûrê Fransayê Kurdistaniyan êrîşên dagirkerî û qirkirinê, tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û ji bo azadiya wî denge xwe bilind kirin.

KASSEL

Navendek din a çalakiyan bajarê Kassel ê Elmnayayê bû. Ciwanên li Qada Konigsplatzê hatin ba hev, alên YPG, YPJ û Rêberê Gelê Kurd AbdullaH Ocalan hildan û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.

Ciwanan berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û girtiyên siyasî silavkirin.

BERN

Li bajarê Bern ê Swîsreyê jî Tevgera Ciwanên Kurd û endamên Young Struggleyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê protestokirin. Di çalakiyê de alên YPG, YPJ û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Ciwanan anî ziman ku ew ê tu carê Rojava bi tenê nehêlin û gotin: “Rêber Apo li Îmraliyê di bin tecrîdekî giran de ye. Heta Rêber Apo azad bibe û em dengê xwe bigihêjin welatên Ewropa yên li hemberî êrîşên li ser Rojava bêdengin têkoşînê bidomînin.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.