Êrişên dagirkeriyê li Stockholmê hatin şermezarkirin

Kurdên li Stockholmê, êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê şermezar kirin û bang li Kurdan hemûyan kirin ku li ber xeta xiyanetê rabin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîla çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdistanî bi pêşengiya Rêxistina Jinê Amara û saziyên Rojhilatê Kurdistanê, berêvarê li merydana Sergelstorgetê li hev civiyan.

Di çalakiyê de pankartên li ser hovîtiya ku dewleta Tirk dike hatin hildan û li gel êrişên dewleta Tirk her wiha xeta xiyanetê jî hate şermezarkirin.

Çalakgeran bang li sazî û rêxistinên Kurdistanî hemûyan kirin ku li dijî vê xeta hevkariya bi dagirkeran re helwesteke xurt nîşan bidin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Tirkiyeyê boykot bikin" bi dawî bû.