BI DÎMEN

Êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin û berxwedana Tişrînê hate silavkirin

Li bajarên Dusseldorf û Pforzheim ên Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin û berxwedana Tişrînê hate silavkirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi armanca protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava û qetilkirina sivîlên ku piştgirî didin berxwedana Bendava Tişrînê, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê meşek li dar xistin.

Ciwanên ku li pêşiya Stasyona Trenê ya Navendî li hev civiyan, piştî deqîqeyek rêzgirtinê dest bi meşê kirin. Ciwanan pankarta bi nivîsa “DEFEND ROJAVA! STAND UP FOR ROJAVA!”,  dowîzên ku balê dikşîne li ser komkujiyan sivîlan û alên YPG, YPJ û QSD’ê hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Tişrîne”, “Bijî Serok Apo” berzkirin.

Di rêgehên meşê de daxuyaniya bi zimanê Elmanî ya derbarê êrîşên li dijî qadên sivîl ên li Rojava û komkujiyên dewleta Tirk de hate xwendin.

Meş li Corneliusplatzê bi dawî bû. Ciwanan li vir demek dirêj bi berzkirina dirûşmeyan protestoyên xwe domandin.

PFORZHEİM

Li bajarê Pforzheim ê Elmanyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin.