Êrişa polîsan a li dijî ciwanên li ber CPT, li Zurîchê hate şermezarkirin

Êrişa polîsan a li dijî ciwanên li ber avahiya CPT ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev civiya bûn, li bajarê Zurîchê hate şermezarkirin.

Êrişa polîsan a li dijî ciwanên li ber avahiya CPT ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê hate kirin, li bajarê Zurîch ê Swîsreyê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Çalakî li stasyona Zurîchê pêk hat û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û pankartên bi Elmanî yên bi nivîsa "Bila CPT dawî li bêdengiyê bîne" û "Dem hatiye: Azadî ji Ocalan re, bi hev re serhildan" hatin hildan.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Es lebe Ocalan" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.