BI DÎMEN

Çalakvanên Meşa Dirêj ji bo Strasbourgê bang kir

Çalakvanên Meşa Dirêj ji bo Strasbourgê bang kir û berxwedana Tişrînê silav kir.

Meşa Dirêj ku di çarçoveya Pêngava Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî de 21’ê Çileyê li bajarê Lorinet ê Fransayê destpê kir, di roja xwe ya 12’an de li Parîsê dewam dike.

Çalakvanên Meşa Dirêj ên ku di roja 10 û 11’an de li paytexta Fransayê çalakiyên curbecur li dar xistin, di roja 12’an de li Qada Gare de l'Est meşekî bi heybet lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên li navenda Parîsê û derdora Parîsê eleqeyekî mezin nîşanî meşê dan. Di dema meşê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û berxwedana Rojava û Tişrînê hate silavkirin.

Meş li Qada Colonel Fabien bi dawî bû. Piştî meşê Hevseroka CDK-F’ê Xane Akdogan û Hevberdevkê Dîwana KCDK-E’ê Mûrat Ceylan daxuyanî da.

Di daxuyaniyan de ji bo azadiya Rêber Apo peyam hatin dayîn û banga kombûna li dora berxwedana Tişrînê hate kirin.

Axaftvanan ji bo meş û mitînga ku wê 15’ê Sibatê li Strasbourgê bê lidarxistin bang kirin.

Çalakvanan diyarkirin ku ew ê di roja 13’emîn a meşê de wê li Drancyê bin û ji bo meş û civîna gel ku wê li Drancyê li dar bixin, bang kirin.