Berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin dewam dike. Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li bajarê Strasboûrg a Fransayê jî di roja 93’an de ye. Serdanên Kurdistanî û dostên wan ên ji bo berxwedêrên di grevê de ne dewam dike.
Berxwedêrên greva birçîbûnê bang kirin ku Newrozê vegerînin qadên berxwedanê yên mezin.
‘PÊNGAVA AZADKIRINA GELÊ KURD E’
Xizmên Kerme Solhan serdana çalakvanên di grevê de kirin.
Medenî Solhan ê ji bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hatibû, axivî. Solhan anî ziman ku berxwedana tê kirin, pêngava azadkirina gelê Kurd e.
Solhan bibîr xist ku tecrîda li ser Ocalan li ser hemû gelê Kurd e, şikandina tecrîdê tê wateya serxistina têkoşîna ku li çar parçeyên Kurdistanê tê kirine.
Solhan da xuyakirin ku her ferdekî Kurd bi qirkirinê re rû bi rû ye û diyar kir ku divê her kes li dorî vê berxwedanê bibe yek. Solhan da destnîşan kir ku berxwedana grevên birçîbûnê çeperekî berxwedanê ya girîng e. Solhan anî ziman ku her diçe rewşa tenduristî ya berxwedêran giran dibe. Medenî Solhan bang li her kesî kir ku xwedî li daxwazên berxwedêran derkevin, dengên wan bilind û rabin ser linagan.
Her wiha Solhan di serî de bang li Kurdên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê kir ku cejna Newrozê bi coş pîroz bikin û berxwedanê bilind bikin.
‘BI RÛHÊ BERXWEDANÊ NEWROZÊ PÊŞWAZÎ BIKIN’
Xelek Çelîk jî qala berxwedaniya grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven kir û got, ev encama îradeya bihêze. Çelîk wiha domand; “Beşek mezin ê politîkayên qirêj û şer ên li Rojhilata Navîn Kurdan dike hedef û di şerê berjewendiyê de dixwazin Kurd winda bikin. Divê xwedî li berxwedana li dijî tecrîdê were derektin. Ji vê saetê û şunde gelê Kurd tu gavan paşve na avêje.”
Çelekî banga bûyîna dengê berxwedêrên grevên birçîbûnê kir û got bi tevlîbûna bihêz a gelê Kurd ya ji bo Newrozê wê berxwedan geştir bibe.
‘BI GEŞKIRINA BERXWEDANÊ RE, TECRÎD DIKARE BÊ ŞIKANDIN’
Xizmê Kerem Solhan Xelîd Karagoz jî wiha got; “Divê gelê Kurd xwedî li çalakgeran derbikevin. Divê berxwedan were geşkirin û bi geşkirina berxwedanê re beriya ku di têkoşînê de şehadet çêbibin serketin wê were bidestxistin.”
KEREM SOLHAN: LI DIJÎ HIŞMENDIYA KU DIXWAZIN KURDAN TINE BIKIN, EM BERXWEDANÊ GEŞTIR BIKIN
Ji çalakgerên greva birçîbûnê Kerem Solhan jî axivî û got; “Dewleta Tirk di şexsê Rêberê Kurd de dixwaze hemû gelê Kurd bidarve bike û komkujiyê pêk bîne. Divê gelê Kurd li gorî vê pêwîstiyê tevger bike û beşdarbûna ji bo çalakiyên aştiyane girîng e. Divê her Kurdek kesên li derdora xwe ji bo çalakiyan qane bike û bi vê re ew ê bandora berxwedanê were nîşandan û tecrîd wê were şikandin.”
Solhan qala hilbijartina li Kurdistan û Tirkiyeyê kir û bang li gelê Kurd kir ku bi rûhê berxwedanê xebatên hilbijartinê birêve bibin. Solhan bi taybet bang li gelê Gimgimê kir û got; “Divê hemû qeyûm li Kurdistanê were binax kirin. Divê gelê Kurd bi pêngavaekî mezin a berxwedanê Newrozê pêşwazî bike.”