Çalakiyên piştevaniya bi grevan re didomin

Kurdistanî û dostên wan ên li Koln a Elmanyayê ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê yên bi daxwaza şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, dewleta Tirk protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li berxwedêrên grevên biçîbûn û protestokirina terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê meşiyan.
Bi sedan kesên li Qada Dom a Kolnê hatin ba hev, dirûşmên ‘Qatilê Zarokan Erdogan’ qîr kirin.
Piştî axaftinên li qada mîtîngê hate kirin û şûnde bi pankartên wêneyên berxwedêrên grevê ber bi Nûrmarketê ve ketin meşê. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Leyla’, ‘Ji Ocalan re azadî’ hatin qîrkirin. Di çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin, bi axaftinên bi zimanê Elmanî terora dewleta Tirk û gefên wê yên li ser Kurdistanê hatin tehşîrkirin. Bang li gelê Elmanya hate kirin ku li dijî terora Tirk rabe serxwe.
Piştî meşa bi qasî saetekê gihişte Qada Neûmarktê û şûnde bi axaftinan çalakî bi dawî bû.
Piştî çalakiyê komeke ciwanên MLKP li Rûdolfplatzê ji bo balê bikişînin ser daxwazên grevên birçîbûnê standa agahdarkirinê vedan. Ciwanan li vir li ser tecrîd û grevê derdor agahdar kirin.