Çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyan ên li Ewropa dewam dike

Xwepêşandanên protestoyê ya Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa ya li dijî desteserkirina qeyûman a şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê dewam dike.

Kurdistanî û dostên xwe yên li Elmanya, Qibris û Fransayê daketin Qadan desteserkirina şaredariyan protestokirin.

ÛLM Platforma Piştevaniyê li bajarê Ûlm a Elmanyayê bi mîtîngekê desteserkirina şaredariyan protestokirin. Di çalakiy de dirûşm hatin qîrkirin û belavok ahte belavkirin.

KLEVE

Ji serê hefteyê ve protestokirina desteserkirina şaredariyên HDP’ê li Kleve ya Elmanyayê tê protestokirin. Îro standa agahdarkirinê hate danîn ji aliyê Navenda Civak Kurd a Demokratîk ve hate organîzekirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û li ser rewşê kesên derdor hatin agahdarkirin. Her wiha banga tevlîbûnê li çalakiya ku wê li Dusseldorfê bê lidarxistin jî hate kirin.

DORTMÛND

Kurdistaniyên li bajarê Dortmûnd a Elmanyayê hatin ba hev bi mîtîngekê dagirkirina şaredariyan protestokirin. Mîtîng li pêşiya Dortmûnd HBF’ê pêk hat.

LÎMASSOL

Li bajarê Kîmassol a Qibrisê jî Kurdisaniyan desteserkirina şaredariyan protestokirin. Kurdistaniyên li Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê kom bûn, heta rêya Anexartîsasê meşiyan. Di meşê de dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’, ‘Faşît Tirkiye’ qîrkirin. Li pêşiya Şaredariya Lîmassolê daxuyanî hate dayîn. Li vir Siyasetmedarê Kurd Çerkez Korkmaz axivî, darbeya li dijî şaredariyên HDP’ê nirxand.

MONTPELLÎER

Bi çalakiyekê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Komîna Jinan a Delal Amed ve hate protestokirin. Çalakî li pêşiya şaredariya Mantpellîerê pêk hat, dirûşim hatin qîrkirin. Heyetek li ser navê çalakvanan bi alîkarên şaredariyê Bertrand Cardon û Reda Berrada re civiyan. Di hevdîtinê de li ser zext û qeyûman agahî parvekirin û dosyayek pêşkêşî wan kirin. Hate gotin ku heta bigihêjin şaredariyên xwe wê li qadan bin.