Çalakiyên ‘Dem Dema Azadiyê ye’ berdewam dikin -HATE NÛKIRIN

Di meş û mîtîngên li Stûttgart, Hannover, Parîs, Montpellîer û Den Haag’ê hatin lidarxistin de peyama “Heya azadiya Rêber Ocalan pêkbê emê di çalakiyan de bin” hat dayîn.

Di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye, Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye” de li gelek bajarên Ewropayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) çalakiyên dawiya hefteyê hatin lidarxistin.

Li bajarên Stûttgart û Hannover a Elmanyayê, li paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Den Haag a Hollandayê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser hemû beşên Kurdistanê meş hatin lidarxistin.

STÛTTGART

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Stûttgarta Elmanyayê meşek hat lidarxistin.

Meş li Lautenschlager Straße bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê dest pê kir.

Di meşê de pankartên mezin ên bal dikişînin ser tecrîda li ser Ocalan hatin hilgirtin û dirûşme hatin berzkirin. Li qada Schlossplatzê meş veguherî mîtîngê.

Li qada mîtîngê Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut axivî. Zumrut di axaftina xwe de bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a faşîst û got, “Ew 22 sal in ku li ser Rêber Ocalan tecrîd tê rêvebirin. Welatên Ewropayê bi bêdengmayîna xwe ve vê tecrîdê erê dikin. Weke gelê Kurd em dibêjin êdî bes e. Êdî divê bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiya Rêber Ocalan e’ dakevin kolanan, bi bikaranîna mafên xwe yên demokratîk em ê heya Rêber Ocalan azad bikin di çalakiyan de bin.”

Zumrut behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê kir û di serî de jin û ciwan bang li hemû gelê Kurd kir ku divê hişyar bin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover a Elmanyayê jî Kurdistanî li qadan bûn. Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên azadiyê hat destpêkirin de belavoka TJK-E’yê ya bi zimanê Elmanî hat xwendin. Piştre li ser navê Meclîsa Jin a Ronahî, Komuna Jin a Şehîd Meryem û Meclîsa Gel a Hannoverê axaftin hatin pêşkêşkirin. Di axaftinan de hat destnişankirin “Heya Rêber Apo azad bibe em ê nesekinin. Em ê berdewam di çalakiyê de bin” û çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Azadiya te azadiya me ye” bi dawî bû.

PARÎS

Li peytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hat lidarxistin.

Bi sedan Kurdistanî li meydana  République hatin cem hev û pankarta li ser hatibû nivîsandin “Azadiya Ocalan azadiya me ye” û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.

Di daxuyaniyên li ser navê TJK-F’yê hatin dayîn de qala tecrîda ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser gelê Kurd tê ferzkirin û êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk û berxwedaniya destanî ya gerîla hat kirin û banga xwedîderketina li têkoşîna ji bo Rêbertiya azad û Kurdistana azad hat dubarekirin.

Di çalakiyê de her wiha li ser navê TJK-F Fevziye Erdemîrcî jî daxuyaniyek da. Erdemîrcî anî ziman, “Azadiya Ocalan azadiya jinan e, azadiya ciwan û zarokan e, tevî hemû gelê Kurd azadiya Rojhilata Navîn e. Em soz didin ku heya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê li qada bin.”

Piştre bi qasê pênc deqîqeyan çalakiya rûniştinê çêbû. Çalakî bi dirûşmeya “Ji Ocalan re Azadî” bi dawî bû.

MONTPOLLÎER

Li bajarê Montpollîer a Fransayê Kurdistanî bi pêşengiya Komuna Jin a Delal Amed li Parka Peyrûo’yê hatin gel hev û heya bi meydana Comedîe meşiyan. Di tevahiya meşê de bi domdarî dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” û “Bijî berxwedana gerîla” hat berzkirin û belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

Di axaftina ku li meydana Comedîe hat kirin de peyam hat dayîn ku heya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad dibe vê çalakî bê navber bidomin.

DEN HAAG

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li ber Parlementoya Hollandayê ya li bajarê Den Haag a Hollandayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hat kirin. Di çalakiyê de balonên binefşî yên ku li ser wan wêneyên Ocalan hatibûn xêzkirin berdan hewayê û daxuyaniya TJK-E’yê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di navenda êrişên qirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîstê ên li ser gelê Kurd didome de Ocalan heye. Bêdengiya saziyên navnetewî û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) wek nîşaneya qûtbûna wan ya ji serxwebûne hate nirxandin. Banga ku ji saziyên mijara gotine re hatiye kirin de wiha hat gotin; “Divê demildest azadiya Rêberê me Abdullah Ocalan werê pêkanîn. Divê dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê werin sekinandin û statûya Kurdistanê werê naskirin. Gerek dîktator Erdogan ji ber hemü suçên dijmirovahî yê ku pêkanîne di dadgehên navnetewî de were darizandin.”

BASEL

Bi pêşengiya YJK-S’yê li qada Dîe Welt Parkê bi sedan kes li hev civiyan. Li ser navê YJK-S’ê Ozen Aytaç axivî û diyar kir ku “Salek berê pêngava ‘Dem dema azadiyê’ hatibû destpêkirin. Îro jî em xwedî li vê pêngavê derdikevin. Li hemberî şer em aştiyê, li hemberî faşîzmê em demokrasiyê û li hemberî zextan jî em xwedî li azadiyê derdikevin.”

Hevserokê Partiya Bastayê Sîna Deîss jî diyar kir ku ew piştgiriyê dide têkoşîna gelê Kurd û ew ê piştgiriyê bidin HDP’ê.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê jî meşek hate kirin. Di destpêka meşê de çalakgera mafên mirovan û nivîskar Anja Flach diyar kir ku bi êrişan re destkeftiyên gelê Kurd dibe hedef.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê gelê Kurd û dostên wan li qada Canabîereyê hatin ba hev û heta Vîeûx Portê meşiyan.  Di meşê de dovîzên ‘Gerîla rûmeta mirovayetiyê diparêzin’, ‘Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re’ hate hildan û sloganên ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Erdoganê qatil’ û ‘Em hemû PKKyî ne’ hate berzkirin.